Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê! 2022-07-24 09:02:47   RIHA - Li Şirnexê qirkirina daran didome. Kerestefiroşên Rihayê ku darên ji Şirnexê digirin wekî êzingan diforoşin diyar kirin ku rojê nêzikî 600 ton dar ji Şirnexê tên Rihayê.     Cerdevanên li Şirnexê nêzî 2 sal in di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin. Darên li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan tên birîn, bi kamyonên mezin vediguhêzin herêmên cuda. Cerdevanan di heman demê de darên heremê ji xwe re kirine aşê rantê.    Mijara darên heremê hatiye asteke wisa ku bi rêya hesabên medyayê sanal jî tên firotin. Lewma şêniyên heremê û saziyên heremê bertekeke mezin nîşanî vê yekê didin. Her wiha şîrketa Greenpeace ku li qada nawteneteweyî di warê ekoloiyê de dixebite ji bo talankirana darên Şirnaxê daxûyanî dabû û diyar kiribû ku ev yek mijar derî qada wan a pisporiyê ye.   'BI DEHAN KAMYON BARÊN WAN DARAN TÊN RIHAYÊ'    Cerdevanên ku daran dibirin wan bi qamyonên mezin vediguhêzin bajarine din û difiroşin. Ji wan bajaran yek jê jî Riha ye. Her roj bi dehan kamyonên mezin darên Şirnexê tînin Rihayê û darên hatine birîn li navçeyê Halîliyeyê ya ya Rihayê difiroşin kereştefiroşan. Kerestevfiroşên bazara kerestefiroşan da zanîn ku salên borî dar ji bajerên wekî Çanakkale, Bûrsa, Tokat û Çorûmê dihatin, lê îsal ji sedî 80 ji Şirnexê tên.   Esnafên bazara kerestefiroşan têkîldarî mijarê axivîn.   ‘JI ŞIRNEXÊ HER ROJ 20 KAMYON DARÇILO TÊN’    Esnaf Hûseyîn Oge da zanîn ku darçilo bi gelenperî ji Sêrt, Şirnex û Bedlîsê dihatin lê îsal bi piranî ji Şirnex û Sêrtê tên û got: “Di dema pêvajoya şer de ji Şirnexê dar zêde nedihatin û wê gavê ji Çanakkale, Bûrsa, Tokat û Çorûmê ji me re dihatin. Îsal operasyonên eskerî hene, lê dîsa jî dar ji me re ji Şirnexê tên. Tu astengî tune ne."    ‘BI DESTÛRA DEWLETÊ TÊN BIRÎN'   Oge destnîşan kir ku darên heremê bi destûra dewletê tên birîn û ew ji ber ku bi erzanî ji wan re tê dikirin. Oge, wiha got: “Li wir hin kesan ji midûriyeta daristanê destûrê digirin û daran dibirin. Di heman demê de fature jî tê amadekirin. Bi kamyonan diçin çiyê û daran bar dikin. Rojê ji Şirnexê herî hindik 20 kamyonên mezin darçilo tên û her yek ji wan zêdetirî 30 ton in."    Alî Karabacak ku zêdetirî 40 sal in esnafê bazara kerestefiroşan e jî diyar kir ku îsal ji ber erzanbûnê êzingên şeiwtandinê hemû ji Şirnexê stendine. Karabacak destnîşan kir ku berê ji Çewlig û Liceyê jî dar stendine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li heremê bi destûra dewletê û bi destê cerdewanan dar tên birîn. Me jî ji bo ku em bi erzanî bi dest bixin em digeriyan. Piştî me dît naqliye jî erzan e ji ber vê me îsal ji Şirnexê wergirtin."    ‘JI SEDÎ 40 DEWLET QEZENC DIKE'   Karabacak wiha qala qezenca darbirînê kir: “Kesên ku daran dibirin ji sedî 60 qezenc dikin, dewlet bi xwe jî ji sedî 40 qezen dike. Ew bi destûra dewletê dibirin û qezenca wan jî hê zêdetir dibe. Yanî ev darbirîn bi awayekî qanûnî tê kirin."   MA / Yakûp Demîr - Ceylan Şahînlî