Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye 2022-07-24 09:34:33 MÊRSÎN - Rojnameger Gamze Şîmşek û Mahmût Sonmez dan zanîn ku li Tirkiyeyê zexta li ser rojnamegeran zêde bûne û diyar kirin ku 24’ê Tîrmehê ne weke cejn lê weke roja têkoşînê pêşwazî dikin.     Li gorî raporên Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) di dawiya meha gulanê de li Tirkiyeyê 41 rojnameger di girtîgehan de ne û bi girtina 16 rojnamegerên kurd li Amedê re jî ev hejmar derketiye 57’an. Li Tirkiyeyê zextên ser çapemeniyê her ku diçe zêdetir dibin. Nûçegihana Tanik Haberê Gamze Şîmşek ku weşana xwe li Mêrsînê dike û nûçegihanê Rojnameya Guneyê Mahmût Sonmez têkildarî 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê axivîn.    Nûçegihana Tanik Haberê Gamze Şîmşek anî ziman ku bi awayekî derhiqûqî ragirtina rojnamegerên li Amedê ya di girtîgehê de nîşan dide ku desthilatdarî dê li dijî kesên muxalîf her cureyên kiryarên derhiqûqî bike û wiha got: “Bêguman bêhiqûqiyeke wiha ya di erefeya hilbijartinê de ne tiştekî awarte ye. Ji ber ku ji dîrokê ve em baş pê dizanin bê ka desthilatdarî ji bo rewatiyê serî li rêyên çawa didin. Ev qewimînên heyî, nîşaneya êrişa sîstematîk a desthilatdariyê ya li dijî rojnamegeran e. Lê divê desthilatdarî bizane ku rojnameger dê dev ji nivîsandinê bernedin. Di serdemeke ku sansûr û zext zêdetir bûyîn û yekdestariya çapemeniyê ketiye destê patronan de, azadiya çapemeniyê hêj girîngtir dibe. Çapemeniya azad ku desthilatdarî dixwaze tune bike, duh jî di nivîsan dê îro jî binivîsê û dê her bibe dengê gel.”   GIRTINA ROJNAMEGERAN    Nûçegihanê Rojnameya Guneyê Mahmût Sonmez jî girtina 16 rojnamegerên kurd weke êrişeke li dijî azadiya çapemeniyê nirxand û wiha domand: “Jixwe peywira rojnamegerekî ew e ku rastiyan bigihîne gel. Bi zextên ser rojnamegeran û girtina wan re ne tenê mafê wan ê çêkirina nûçeyan tê binpêkirin, her wiha mafê agahîgirtinê yê gel jî tê binpêkirin. Tu aliyekî hiqûqî ya girtina rojnamegerên ji bo demokrasî û azadiya fikr û raman têdikoşin nîne.”    BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ    Sonmez, diyar kir ku 24’ê Tîrmehê ji bo çapemeniyê cejn nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ev roj, bo rojnamegeran roja têkoşînê ye. Ez bi boneya 24’ê Tîrmehê hemû hempîşeyên xwe yên mafê wan ê çêkirina nûçeyê ji destê wan hatiye girtin silav dikim. Hêvî û têkoşîna wan me motîve dike. Zextên li ser rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibin. Di rewşeke wiha de divê hemû rojnameger û rêxistinên rojnamegeriyê hinek li ser bifikirin. Dorpêça ku bi rojnamegerên kurd re dest pê kiriye her ku diçe tengtir dibe. Divê rojnameger li dijî van zextan bi biryar têbikoşin. Nexwe ji ber qanûnên keyfî dibe ku em bikevin rewşeke wisa ku nekarîn karê xwe bikin. Ji bo çapemeniya azad bikare xwe li ser pêyan bigire ne tenê rojnameger divê gelê ku mafê wan ê agahîgirtinê ji destê wan hatiye girtin jî têbikoş e.”