Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin 2022-07-24 11:50:48   STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê tên ragirtin, ji bo balê bikişînin ser rewşa Balaç û Yildirim ku bi mebesta darizandina adilane dest bi greva birçîbûnê kirine name şandin û banga piştevaniyê kirin.    Girtiya bi navê Sîbel Balaç ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi daxwaza darizandina adilane ev 218 roj in di greva birçîbûnê de ye. Girtî Gokhan Yildirim ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê tê ragirtin jî bi heman daxwazê ev 212 roj di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê dimînin, ji bo balê bikişînin ser rewşa Balaç û Yildirim ji saziyên çapemeniyan re name şandin.    Girtiyan di nameyê de girtiyan da zanîn ku Balaç û Yildirim li dijî neheqî û bêedaletiyê bûne qêrînek û wiha gotin: “Bi bedenên xwe yên li girtîgehan dihelin re dengê xwe bilind dikin. Li dijî zext û êrişên niha, ‘edalet û azadiyê’ diqîrin. Darizandinên derhiqûqî bi gotina ‘laşên me delîlên me ne’ teşhîr dikin. Ji bo vê jî canê xwe feda dikin. Mamoste Sîbel a li Sîncana Enqereyê girîngtirîn waneya ‘edaletê’ ya di jiyana xwe de nîşanî me dide. Gokhan ê daketiye 45 kîloyan jî barê xeyalên azadiyê yên gelê me girtiye ser xwe. Banga me ji bo gelên me û rewşenbîrên wan e. Yên ku vî dengî belav bikin û bi desthilatdariyê bidin bihîstin jî ew in. Her hewldaneke mezin an jî biçûk girîng e. Piştevanî biçûk biçûk pêş dikevin û herî dawî serkeftinê diafirînin. Em bêçare û bêhêz nînin. Heke em bibin yek dê bi ser kevin. Li hemberî Sîbel û Gokhan berpirsyariyên me hene. Divê em xwedî li daxwazên wan derkevin. Dem zû pêş dikeve û hêj nebûyî dreengî divê em dengê wan bidin bihîstin. Ev têkoşîn û berpirsyarî ya me tevan e.”