Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne 2022-07-24 12:07:51 ENQERE - Rojnameger Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin da zanîn ku daxwaza bingehîn a çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ew e ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.    Rojnameger Huseyîn Aykol sedemên greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê di quncikê xwe yê di Rojnameya Yenî Yaşamê de nivîsand. Di nivîsa xwe de Aykol, peyama rojnameger Îbrahîm Karakaş a bi rêya faxê hatiye şandin parve kir. Nivîsa Aykol wiha ye: “Girêdayî tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya zextê, li hemû girtîgehan êdî binpêkirin û sepanên keyfî di lûtkeyê de ne. Li girtîgeha em lê tên ragirtin jî ev sepan êdî veguherîne îşkenceyeke derûniyê. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan me serî li hemû rêyên hiqûqî û diyalogê dan. Lê belê Midûrê 1’emîn ê Girtîgehê û dozgerê girtîgehê ev serlêdanên me paşguh kirin. Pirsgirêk û sepanên îşkenceyê roj bi roj zêdetir dibin. Em rastî nêzikatiyeke ku xwe li ser mewzuat û giştînameyê re dibînin û li gorî nêrîna siyasî tevdigerin tên.”    DAXWAZÊN WAN    Di nivîsê de hat gotin ku daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û bi mafên girtiyan bê kirin. Bi domdarî ev agahî hatin parvekirin: “Di 14’ê tîrmehê de çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger a ji bo 5 rojan hate destpêkirin. Heke daxwazên me neyên qebûlkirin, dê asta çalakiya xwe bilindtir bikin. Em dixwazin ku tecrîda li Îmraliyê, sepana lêgerîna nava dev û astengkirina mafê tedawiyê bi dawî bibin, em ji odeyên ku serê wan bi têlên direhî hatine girtin bên derxistin, daxwaza me ya guherandina odeyan bê qebûlkirin, bikarin beşdarî çalakiyên civakî bibin û polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe.”    YÊN JI GIRTÎGEHÊN CUDA TÊN   Her wiha Aykol di nivîsa xwe de cih da nameyên Dr. Ayhan Kavak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsê tê ragirtin, Kasim Karataş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin û Elîf Akkurt a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin. Di nameyan de girtiyan qala pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û astengkirina mafê tedawiyê kirin.    Akkurt di peyama xwe de destnîşan kir ku hevala wê Sîbel Balaç dest bi rojiya mirinê kiriye û daxwaza wê jî edalet e.