Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin 2022-07-24 14:43:27 ENQERE - Akademîsyen Yasemîn Ozgun diyar kir ku ev 500 roj in ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Li gel ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran hene jî Aysel Tugluk li girtîgehê dîl hatiye girtin. Ji bo azadiya Tugluk em careke din banga edaletê dikin.”    Platforma Jinan a Enqereyê bi mebesta berdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku girtiya nexweş e û teşhîsa demansê lê hatiye kirin û ev 500 roj in nayê berdan, li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li gel ku teşhîsa demansê hatiye kirin jî Aysel Tugluk ev 500 roj in nayê berdan” hatibû vekirin.    Di daxuyaniyê de akademîsyen Yasemîn Ozgun diyar kir ku di sibata sala 2021’an de Nexweşxaneya Seka ya Dewletê teşhîsa demansê bo siyasetmedar Aysel Tugluk kiriye û wiha got: “Nexweşiya Tugluk roj bi roj pêş dikeve. Tevî vê yekê jî 3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Tugluk got; ‘dikare li girtîgehê bimîne û li xwe binêre.’ Rapora herî dawî ya di 22’yê hezîranê de hatiye amadekirin jî bêalî nîne û dûrî zanistê ye. Di vê raporê de jî nêrînên rêxistinên tenduristiyê hatin paşguhkirin. Biryarên ATK’ê yên derheqê Aysel Tugluk de, biryarên siyasî ne. Kesê bi nexweşiya demansê dikeve nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike û di demên pêş de rê li ber encamên mayînde yên giran vedike. ATK bi domandina vê rewşê re sûc dike. Em ê dev ji teşhîrkirina vî sûcî bernedin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Tugluk û girtiyên nexweş bidomînin. “   'EM HEBÛN Û DÊ HER HEBIN’    Ozgun, da zanîn ku Tugluk tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya jinan derbas kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lewma di girtîgehê de ye. Desthilatdariya mêrê serdest tehemûl nake ku di qada siyasetê de jin hebin. Bi darê darazê jî Aysel Tugluk û bi dehan siyasetmedarên jin di girtîgehê de dihêle. Bi vê yekê dixwazin jinan bêdeng bike û têxe nava çar dîwarên malê. Lê divê ev zîhniyet baş bizane ku em hebûn û dê her hebin. Ji bo Tugluk li her çar aliyên cîhanê serhildan mezin dibe. Em ji bo Tugluk careke din li vê derê bang dikin. Em ji bo Aysel Tugluk hemû girtiyên nexweş daxwaza edaletê dikin.”    Daxuyanî bi çepikan xelas bû.