Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine 2022-07-24 15:28:16   MÊRDÎN - Şandeya HDP’î çû serdana şêniyên Taxa Girherrînê ku şaredariya AKP’î rêyên taxa wan çênake.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û partiyiyên din li navçeya Artuklû ya Mêrdînê çûn serdana şêniyên Taxa Girherrînê. Şêniyên taxê di serdanê de nerazîbûn nîşanî şaredariya AKP’î dan ku rêyên taxa wan çênake. Şêniyan da zanîn ku şaredariya AKP’î her sal tenê hûrikên komirê li rêyên wan direşîne û êdî malên wan di bin van hûrikan de man e. Bi domdarî şêniyên taxê gotin ku pirsgirêka wan a kanalîzasyonê jî nehatiye çareserkirin. Welatiyên taxê şandeya HDP’î li taxê gerandin û xwestin ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin.