Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin 2022-07-25 10:22:27 COLEMÊRG  - Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berdewam in. Hat zanîn ku di encama pevçûnên duh de 3 leşker û 4 cerdevan hatine kuştin.  Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êriş da destpêkirin. Êrişên artêşa tirk berdewam in. Li gorî agahiyên ji herêmê; di encama pevçûnên li herêmên navborî de 3 leşker û 4 cerdevan hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di encama pevçûnan de gelek leşker û cerdevan jî birîndar bûne.  Hat gotin ku cerdevanên hatine kuştin ji Şemzînan a Colemêrgê ne û agahiya mirina wan ji malbatên wan re hatiye ragihandin.    Şer û pevçûnên dijwar ên li herêmê hêj berdewam in. Hat zanîn ku cenazeyên leşkerên hatine kuştin derbasî Nexweşxaneya Sahra ya li Serê Sêvê hatine kirin. Tê payîn ku piştî kar û barên otopsiyê dê cenaze radestî malbatên wan bên kirin.