4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin 2022-07-25 12:53:20   WAN - 4 girtiyên ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi şewba Covîd-19’ê ketin nebirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku tenê hebên êşbirê dayîne girtiyan.    Girtiyên bi navên Şaban Tekîn, Botan Tîmûr, Mert Ekîncî û Nazmî Aydin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tên ragirtin, bi şewba Covîd-19’ê ketin. Hat zanîn ku rewşa girtiyan giran bû lê ranekirin nexweşxaneyê yan jî revîra girtîgehê û tenê hebên êşbirînê hatine dayîn.    Têkildarî mijarê Botan Tîmûr li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Dayika Tîmûr, Aslihan Tîmûr diyar kir ku kurê wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ev agahî dan: “Kurê min dibêje ‘ez her tim diricifim, bê hal im û nahêlin em biçin nexweşxaneyê. Tenê hebên êşbir dane me.’ Divê raya giştî di mijara girtiyan de hestiyar be û rêxistinên civaka sivîl bikevin nava tevgerê.”