‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne' 2022-07-25 12:54:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPJ'ê diyar kir ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên pêşeng dike hedef û got: "Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê ku parçeyan ji bo SÎHA'yan difiroşin Tirkiyeyê şirîkê sûc in." Balafirên Bêmirov ên bi Çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo êrişî seyareyekê kir. Di encama vê êrişê de yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Jiyan Tolhildan ku di heman demê de Fermandara Giştî a Hêzên YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama Hêzên YAT`ê Barîn Botan ku tev li Foruma 10 saliya Şoreşa Rojava ku li Qamişlo hat lidarxistin bûbûn, dema ku derketin di encama êrişa SÎHA ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan.    Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrişa li ser her sê hevrêyên xwe daxuyaniyek da.    Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:    FERMANDARA PÊŞENG ŞEHÎD JIYAN TOLHILDAN   "Fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan bi nasnav (Sewal Yûsif), di sala 1980`an li Efrînê ji dayîk bûye. Yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, ji birêxistinkirina gel, avakirina YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê kar kir. Li hember çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji bo mirovahiyê bibû xewneke bi tirs, fermandar Jiyan di sala 2013’an li Serêkaniyê li hember çeteyên El-Nusra, Şêxmeqsûd, Şedadê, Minbicê heya Dêrazorê di pêngava têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de cih girt, şer kir û bi hêzên Koalîsyonê re tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê bû. Şehîd Jiyan Tolhildan di encama têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de li bajarê Silêmaniyê yê girêdayî Başûrê Kurdistanê xelat wegirtibû.     FERMANDAR ROJ XABÛR DI PENGAVÊN RIZGARKIRINÊ DE MÎNAK BÛ Şehîda Fermandar Roj Xabûr bi nasnav (Ciwana Heso) di nava malbateke welatparêz de di sala 1992`an de li Dirbêsiyê ji dayîk bû. Di demeke kin de di nava Şoreşa 19êê Tirmehê de bû xwedî ezmûn û bi felsefeya azadiya jin dibe jineke şoreşger a xwedî vîn û hêz. Li hember çeteyên DAIŞ'ê bi hêzên Koalîsyonê re tevli pêngavên rizgarkirinê bû.   HÊRSA WÊ DAGIRKER DITIRSANDIN   Şehîd Barîn Botan bi nasnav (Ruha Beşar) a ku li Şehba di sala 2003`an de ji dayîk bûye ku di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû. Di temenê xwe yê ciwan de bi lêgerîna azadiyê ji Şoreşa Rojava bandor bû û tevlî refên YPJ’ê bûbû. Şehîd Barîn li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi hêrs û kîneke mezin tekoşiya.   JIYAN TOLHILDAN: EXLEQÊ ME BÊTEVGERBÛN QEBÛL NEKIR   Şehîd Jiyan Tolhildan di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adarê de li Kampa Holê dabû destpêkirin, wekî fermandara operasyonê cih girtibû. Ajansa me di şopandina Operasyona Mirovî û Ewlekariyê de bi Fermandar Jiyan Tolhildan re hevdîtin pêk anîbû.   Şehîd Jiyan Tolhildan di hevdîtinê de bîrxistibû ku heta niha wan xwe ragirt û wiha gotibû: “Êdî bes e ji vê vê paşguhkirinê û tenêhiştinê re. Ev bar tenê li ser me hiştine, em dikarin pê ranebin jî. Lê exlaqê me yê mirovî nahêle em wê yekê bikin. Kamp di bin navê sivîlan de hatiye veşartin, lê belê hemû rêxistinbûnên terorîstên DAIŞ`ê li wir in. Li kampê dadgehên şerîetê, dibistanên ji bo perwerdekirina fikrê DAIŞ’ê û komîteyên qetilkirinê û El-Hesbê hatine avakirin, ev jî xeteriya vê kampê dide diyarkirin."   GOTINÊN JIYAN TOLHILDAN JI FORUMA ŞOREŞA JINAN   Herî dawî di Foruma Şoreşa Jinan de ku li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo di 22 vê mehê de hate lidarxistin, rûniştina yekemîn a li ser rola YPJ'ê di parastina şoreşê û pêşxistina wê de ji aliyê şehîd Jiyan Tolhildan ve hatibû birêvebirin.   Şehîd Jiyan Tolhildan lidarxistina forumê li tevahî jinan û şehîdên azadiyê pîroz kiribû û ev tişt anîbûn ziman: "Civak bi giştî xwedî dîrokên tijî kesayetên jin ên têkoşer û pêşeng e. Ji wan xelekan, berxwedana Şoreşa Rojava ye ku bi pêşengtiya şehîdên pêşeng Sara, Arşîn, Roksan, Tohildan û Rohman dest pê kir. Van têkoşeran ji bo xilaskirina civakê ji zihniyeta radîkal a baviksalarî canê xwe feda kirin."   Şehîd Jiyan Tolhildan, di Forumê de wiha behsa armanca sereke ya YPJ'ê kiribû: “Armanaca me parastina civakê û erdîngariya Sûriyê bi giştî ji çeteyan e. Şervanên YPJ'ê civak ji zihniyeta radîkal a paşverû û siyaseta dewletê ya ku jinan ji hemû mafên wan ên rewa bê par hiştibûn, parastin."   WESIYATA WÊ JI HEMÛ JINAN RE   Fermandara pêşeng Şehîd Jiyan Tolhildan behsa berdelên ku ji bo azadiya jinê hatine dayîn kiribû û wesiyeta xwe ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hişt: “Di dirêjahiya şoreşê de bi hezaran şervanên azadiyê canê xwe gorî kirin, li derdora xaka xwe kom bûn û di eniyên şer de xwe îsbat kirin bêyî cûdahiyê bixin navbera pêkhate û erdîngariyê. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin û projeya neteweya demokratîk li herêmê misoger bikin. Di radeya yekemîn de ji hemû jinan tê xwestin tê bikoşin ji bo rêgez û bingehên xweparastinê di kesayeta hemû welatiyên di nav civakê de werin rûniştandin."   JINÊN PÊŞENG YÊN BI AMÛRÊ KOMKUJIYÊ HATINE HEDEFGIRTIN:   Ev ne cara yekem e ku jinên têkoşer ji aliyê dagirkeran ve tên hedefgirtin. Piştî têkçûna DAIŞ`ê yekemîn jinên pêşeng bûne hedefên yekemîn ên dagirkeriya Tirk. Jinên ku di avakirina Şoreşa Rojava de xwedî rol û ked bûn di encama êrişên SÎHA` de hatine şehîd xistin ev in;   * Di 23’ê Hezîrana 2020`an de SÎHA’yên dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê endamên Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd xistin.   * Di 19’ê Tebaxa 2021’an de Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi balafirên bêmirov ên bi çek hate bombebarankirin û di encamê de endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed) şehîd bû.   * Di 21’ê Nîsana îsal li Kobanê li ser rêya Êdiq-Textik bi SÎHA'yê seyareyek hate hedefgirtin û di encamê de 3 şervanên YPJ’ê Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cihan Nîdal Elî şehîd bûn.   * 30’yê Gulana îsal de dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo bi balafira bêmirov ên bi çek êrişê wesayîtekî kir û şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêzek Kurd Kesra Melek şehîd xist. Her wiha di vê êrişê de şervana YPJ’ê Dicle Cudî û Hêvîdar Dirbêsiyê jî bi giranî birîndar bûn.   * 2`yê Tîrmeha îsal li Reqayê di encama SÎHA`yên dewleta Tirk fermandara QSD’ê Sîham Mislim (Mizgîn Kobanê) hat şehîdxistin.   DEWLETÊN EWRUPA Û KOALÎSYON ŞIRÎKÊ SÛC IN   Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an heta niha bi balafirên bêmirov ên bi çek êrişên xwe pêk tîne. SÎHA`yên dagirkeran ji aliyên alîgirên Serokomarê Tirk Erdogan û şîrketên malbatan ve tên çêkirin ku heta niha li heremên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd bi van balafiran hatine qetilkirin. Dewleta Tirk bêguman van êrişên xwe bi êrekirina hêzên navnetewî pêk tîne ku qada hewayî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destê wan de ye. Her wiha bifirotina van perçeyên SÎHA`yan welatên Ewropa jî şirîkên van qetlîaman e.   Serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel, ragihandinbû ku hinardekirina 33 kelûpelên leşkerî û balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) ji bo rejîma Enqereyê erê kiriye. Di lêkolîna pisporan de hate eşkerekirin ku hilbirîna moşek û roketan ji aliyên fîrmayên 5 welatên Ewropayê ve hatiye çêkirin. Ew hilbêrîna moşek û roketan bi awayekî navendî Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA), Îngîltere û Almanya dike. Ew welatên Ewropayî di her êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên bêmirov ên bi çek li ser heremê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne de dibin sûcê şirîkê dewleta tirk."