Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne 2022-07-25 16:06:31 NAVENDA NÛÇEYAN  - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qetilkirina 3 fermandarên HSD û YPJ’ê ya ji hêla Tirkiyeyê ve şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li berpirsyariyên xwe rabe.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî kuştina sê fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) ji hêla Tirkiyeyê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku xwedî helwest bin.    Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser diyar kir ku Tirkiye êrişên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û ji bo van êrişan jî sûdê ji bêdengiya qada navneteweyî digire. Bi domdarî hat destnîşankirin ku ji bilî hinek helwestên şermînok, tu bertek li dijî komkujî û cînayetên Tirkiyeyê nayên nîşandan û daxuyanî wiha dom kir: “Ev helwestên qels ne hêjayî asta têkoşînê û qurbaniyên hatine dayîn e. Bi taybet jî hemû armancên Tirkiyeyê bi ser neketin û dibêje ‘an ez ê piştgiriyê bidim terorê yan jî dê şerê hêzên li dijî terorê şer dikin, bikim.’”   BANGA BI CIH ANÎNA BERPIRSYARTIYAN   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştî civîna li Tehranê, artêşa tirk a dagirker di 22’yê tîrmehê de bi rêya droneyan û bi awayekî xayîn li dijî fermandara Yekîneyên Antî-Terorê Jiyan Tolhildan û hevalên wê êriş pêk anî. Piştî vê êrişa xayîn, her sê heval jî şehîd bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Jiyan û hevrêyên wê Roj û Barîn li gel Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê û rêxistinên terorîst şer kirin. Ji bo wê jî em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li berpirsyariya xwe rabe. Her wiha em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên yên fermî û sivîl dikin ku bêdengiya xwe bişkînin, dev ji helwestên xwe yên şermok berdin, li hember hovîtiyên dewleta tirk bisekinin û wê li ser sînorên wê yên erdnîgarî û siyasî rawestînin.”