Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin 2022-07-25 16:23:59   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê pankartek bi avahiya partiyê ve daliqandibû. Polîsan di nîvşevê de pankarta bi avahiya partiyê ve jêkirin.   Tirkiyeyê bi topan êrişî qada geştê ya li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê kiribû û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl hatibûn qetilkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê jî têkildarî komkujiyê pankartek bi avahiya partiya xwe ve daliqandibû. Li ser fermana polîsan di nîvşevê de pankarta bi avahiya partiyê ve hate jêkirin. Hat zanîn ku komên agirkujiyê li ser fermana polîsan pankart jê kirine.    Pankart bêyî agahiya partiyê hatiye jêkirin. Pankarta ku hatiye jêkirin ev bû: “Komkujiya Zaxoyê Duyemîn Komkujiya Roboskê ye.”