Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin 2022-07-26 10:03:59 ŞIRNEX - Darên li Şirnexê tên birîn bi TIR’ên “Ji ewil welat” ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve tên veguhestin.  Ev nêzî du sal in li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên Şirnexê bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkeran dar tên birîn. Bi taybet jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên herêma Bestayê bênavber dar tên birîn.   Her bareke traktorê yê daran di navbera 200 TL û 300 TL’an de tên birîn. Tona her darên tên birîn jî di navbera hezar û 50 TL û hezar û 150 TLl’an de tên firotin. Rojane bênavber bi dehan TIR’ên ji van daran barkirî ber bi bajarên din ve tên veguhestin. Di nûçeya me ya bi ser navê “http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/177829” de tê vegotin bê ka birîna daran çawa veguherandine ranta bazirganiyê.    HEM TALANÊ HEM JÎ NÎJADPERESTIYÊ DIKIN    Balkêşe ku li ser qase û paceyên gelek TIR’ên ku van daran vediguhêzin nivîsa “Ji ewil welat” hatiye nivîsandin. Nivîsên nîjadperest a TIR a bi plakaya 19 ACL 2 ku plakaya Çorumê ye di dîmenan de jî hatin dîtin.    Li ser rêya di navbera Şirnex-Cizîrê gelek wesayîtên bi plakayên Kayserî, Tekîrdag, Edene, û Çorumê tên dîtin. Gelemperiya van TIR’an darên têne birîn dibin bajarên rojava.