Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê 2022-07-26 10:49:39   COLEMÊRG - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan, hate Colemêrgê û çû serdana malbatên cerdevanan.    Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Windahiyên Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Ji ber windahiyên zêde yên li van herêmên navborî, rayedarên dewleta tirk gelek caran neçar dimînin ku biçin bajarên li ser sînorê Herêma Kurdistanê. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî duh di saetên şevê de derbasî Gever a Colemêrgê bû. Bi hatina Soylu re li navçeyan û gundê cerdevanên hatine kuştin liv û tevgereke zêde ya leşkerî çêbû. Li ser gelek rêyan wesayîtên zirxî û yên sivîl hatin bicihkirin.   BEŞDARÎ ŞÎNA CERDEVANAN BÛ    Soylu, beşdarî şîna 4 cerdevanên hatine kuştin bû. Piştre jî di saetên serê sibehê de ji bo leşkerên hatine kuştin beşdarî merasîma li Balafirgeha Selahattîn Eyubî ya Geverê bû.    Tê payîn ku piştî merasîma leşkerî jî dê Soylu biçe serdana yekîneyên leşkerî yên li herêmê.