Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan 2022-07-26 14:20:37   WAN - Rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dest danî ser tevahiya daxwaznameyên girtiyên siyasî yên ji bo dozgeriya girtîgehê, Meclis û Wezareta Edaletê şandibûn.    Hat zanîn ku Rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dest daniye ser hemû daxwaznameyên girtiyên siyasî yên ku gilî û daxwazên wan tê de bûn û ji bo dozgeriya girtîgehê, Wezareta Edaletê û Meclisê şandibûn.    Li gorî agahiyên malbatên girtiyan dane, rêveberiya girtîgehê dest daniye ser daxwaznameyên giliyê yên ji bo dozgeriya girtîgehê hatine şandin û daxwaznameyên ku girtiyan tê de daxwazan xwe anîbûn ziman û ji Meclis û Wezareta Edaletê re şandibûn. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi taybet jî dest daniye ser daxwaznameyên girtiyan ên ji Meclisê re hatine şandin. Heta hejmarên derketinê yên daxwaznameyan jî bi girtiyan re nehatiye parvekirin.