Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir 2022-07-26 15:02:43 MÛŞ - Kazim Kalbîşen ê 80 salî ku di 2020’ê de 3 meh di girtîgehê de ma û hat berdan, jyana xwe ji dest da.     Kazim Kalbîşen ê 80 salî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeha Panosê ve 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn. Cezayê Kalbîşen hat erêkirin û di 2020’an de hat girtin. Piştî 3 mehan hat berdan. Hat zanîn ku Kalbîşen ê ku nexweş bû du roj berê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ji Gebzeyê anîn gundê Tetergazî yê bi ser navçeya Melazgira Mûşê ve û li vir hat veşartin. Şîna wî ji li gund hatiye daynîn.    Tevî ku bi Kalbîşen re nexweşîna dil, KOAH, tansiyon û rapora wî ya ji sedî sed astengdar e hebû jî dîsa wî girtibûn.