Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane 2022-07-26 16:32:14   AMED - Welatiyê bi navê Suleyman Yildirim diyar kir ku 2 kesên çekdar gefa kuştinê li wî, bira û xwarziyê wî xwarine û wî li qereqolê gilî wan kiriye.    Welatiyên bi navê Suleyman Yildirim, birayê wî Hatîp Yildirim û xwarziyê wan Nevzat Çinar li taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê diçin serdana dêrê. Piştî ku ev her sê welatî ji serdanê dizivirin, du kesên çekdar pêşiya wan digirin û gefa kuştinê li wan dixwin.    ‘ÇI KARÊ WE LI DÊRÊ HEYE?'   Suleyman Yildirim li ser vê gefa kuştinê di heman rojê de diçe qereqola polîsan giliyê her du kesên pêşiya wan birîne dike. Yildirim xwe gihand ajansa me û da zanîn 2 kesên bi rih ku şelwar li wan bûye û demançe li ser wan hebûne pêşiya wan girtine û pirsa ku çima çûne dêrê ji wan kirine û gefa kuştinê li wan xwarine.   Yildirim, gefa kuştinê ya her du kesên çekdar ku li dijî wan bi van gotinan ji qereqolê re ragihandiye: “Kesek ji wan got, ‘Çi karê we li dêrê heye, hûn ne misilman in? Ez ê we li vir bikujim’ û destê xwe avêt çeka di ber xwe de. Li ser vê kesê din got, ‘Bisekine niha berî wan nede, heta careke din Xwedê mezin e’.”