Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin 2022-07-27 15:34:22   ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ali Îzmîrê didome. Malbatan xwest ku raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin û wiha gotin: “Divê pergala înfazê ya ku ev saleke di meriyetê de bê rakirin.”    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 91’an de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bucayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên bi nivîsên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bila girtîgeh bên valakirin” berz kirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gazîemîrê Mîrkan Erdem û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî piştgirî dan malbatan.    RIZÎBÛNA CIVAKÎ   Mehmet Sabrî Gul di çalakiyê de bal kişand ser Nobetên Edaletê yên li Amed, Îzmîr û Stenbolê û wiha got: “Ev nêzî 6 meh in didomin. Sepanên tecrîdê li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kirin û piştre li hemû girtîgehan û li seranserî civakê belav bûn. Astengkirina mafê tenduristî, ewlehî û edaletê, li welatekî rêli ber rizîbûna civakî û polîtîk vedike. Niha li Tirkiyeyê yek ji van mafan tune ye. Li rexekî girtiyên nexweş bi raporên vala di hundir de terkî mirinê tên kirin û li hêla din jî li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin. Di bin navê întîharê de gelek kes tên kuştin.”    SIYASETA ŞER Û PEVÇÛNAN   Bi domdarî Gul got ku her dever veguheriyê cihê şer û pevçûnan û axaftina xwe wiha qedand: “Li deverên mîna Zaxoyê komkujî tên kirin. Ev şert û merc jî ji bo kedkar û xizanên vî welatî aramiyê nayîne. Divê raporên nerast ên derheqê girtiyên nexweş de ji holê bên rakirin, girtiyên nexweş werin berdan, pergala înfazê ya di sala dawiyê de ketiye meriyetê bê rakirin û girtiyên cezayê wan xelas bûye bên berdan. Hewceye mekanîzmaya edaletê bêalî û serbixwe tevbigere û edaletê pêk bîne.”