4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-07-27 17:36:07   MANÎSA - 4 kesên li navçeyên Salîhlî, Yûnûs Emre û Şehzadeler ên Manîsayê hatibûn binçavkirin, piştî îfade wergirtina dozgeriyê hatin berdan.    Li Navçeyên Salîhlî, Yûnûs Emre û Şehzadeler ên Manîsayê polîsan serê sibê avêt ser malan û 3 jê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4 kes binçav kirin. Welatiyên ku piştî îfade wergirtina miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin, piştî wergirtina îfadeya dozgeriyê hatin berdan.    Hate hînbûn ku welatî bi hinceta parvekirinên xwe yên berê yên medyaya dîjîtal hatine binçavkirin û sedemê kirina van parvekirinan jê hatiye pirsîn.