ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-28 09:00:10 * Fermandara Giştî ya Hêzên YAT’ê yek ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan ku di êrîşa SÎHA'yê de jiyana xwe ji dest dabû bal kişandibû ku dema rêxistinkirina jinan zêde dibe êrîş jî zêde dibin û wiha gotibû: “Em ji kuştinê natirsin. Me carekî serî rakiriye. An em ê azad an jî em ê wekhev bijîn.”   * Endama Komîteya Amadekar a Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn û Kongreya Star Menal Mihemed, diyar kir ku wê parastina destkeftiyên jinan ku 10 sal in bi destxistine bidomînin û wiha got: “Em ê bi tevgerên jinan re tifaqa xwe bidomînin û xurtkirina tevgerên jinan berdewam bikin.”    * Bi ser qetilkirina rojnameger Çetîn Abayay re 30 sal derbas bûn. Xwîşka Abayay, Gulistan Ruzgar anî ziman ku dê tu tiştek êşa wan sivik neke û wiha got: “Lê dê daxwaza dayika min pêk were ku çavên wê vekirî rehmet kir.”   * Bi ser Komkujiya Geliyê Sefo ku Serleşker Mûstafa Mûglali 33 gundiyên ku binçavkiribûn bi guleyan dabûn kuştin re 79 sal derbas bûn. Cenazeyên kesên di komkujiya bû mijara helbesta “33 Gule” ya Helbestvan Ahmed Arîf de jiyana xwe ji dest dabûn, hêj nedane malbatên wan.    * Ciwanan diyar kir ku Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût tevî tacîz û binçavkirina polîsan bi coş berdewam dike û wiha gotin: “Hemû ciwan li qadan gol avêtina faşîzmê didomînin.”   * Xelkê Amedê bertek nîşanî Qetlîama Zaxoyê dan û qetlîamê wekî “hovîtî” pênase kirin û gotin: “Tirkiye hewl dide tevgera azadiya kurd têk bibe, lê tiştekî wiha ne mimkin e.”    * Xizmên girtiyan ên Amedê bal kişandin ser mirinên di demên dawî de li girtîgehan çêdibin û gotin ku her cara ji girtîgehan darbest derdikevin êşa wan hêj girantir dibe.    * Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gûngen anî ziman ku dewlet polîtikaya xwe ya salên 90'an bi darbirînê dubare dide meşandin û got:" Wan salan bi şewitandina gundên şeniyên herêmê koçber kirin,îro jî bi birîna daran heman tiştî dikin."    * Girtiyê nexweş Kerem Ayas ê ku li Girtîgeha Espiyê ya Gîresûnê girtiye di telefona heftane de bi malbata xwe re axivî û diyar kiriye ku ji bo wan bibin nexweşxaneyê rêveberiya girtîgehê lêgerîna nava dev li wan ferz dike û banga hestiyariyê li raya giştî kir.     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 507'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 15'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bike. (11.00-16.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî Qetlîama Zaxoyê dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê çalakiya xeleka ji mirovan li dar bixe. (18.00)