Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe 2022-07-28 09:04:07 AMED - Xizmên girtiyan ên Amedê bal kişandin ser mirinên di demên dawî de li girtîgehan çêdibin û gotin ku her cara ji girtîgehan darbest derdikevin êşa wan hêj girantir dibe.  Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojane bi dehan binpêkirin tên kirin. Li hêlekî mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin û li hêla din jî gelek girtî li gel ku cezayê wan xelas bûye jî bi hincetên weke ‘cezayê disiplînê’ û hwd nayên berdan. Li hêla din agahiya mirinên bi guman ên li girtîgehan jî di van demên dawî de zêde bû. Herî dawî jî girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî li Girtîgeha Amedê û Mehmet Yilmaz jî li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş, li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn û ev çalakî hêj berdewam in. Xizmên girtiyan ên Amedê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    Yek ji xizmên girtiyan Încî Guler ku birayê wê Abdulselam Guler yek ji girtiyên nexweş e, ev 9 meh in Nobeta Edaletê digire. Guler, bal kişand ser mirinên bi guman ên di demên dawî de li girtîgehan çêdibin û wiha got: “Em gelek xemgîn dibin. Girtiyan têxin hucreyên yekkesî. Baş e lê ev kes dê çawa bi kêrê xwe bikuje? Niha girtiyan bi birçîbûnê terbiye dikin. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Girtî tenê dikarin 70 lîreyan xerc bikin. Êdî girtîgeh di rewşeke wiha de ne. Heta ev zilm xelas dibe jî em ê nobeta xwe bidomînin.”    ‘MEBESTA ME EW E KU JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN’    Dayika girtiye nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan jî da zanîn ku armanca wan ew e ku ji girtîgehan cenaze dernekevin û ev tişt anî ziman: “Dema ji girtîgehan cenaze derdikevin, êşa me hêj zêdetir dibe. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila girtiyên nexweş bên berdan û înfaza girtiyên cezayê wan xelas bûye neşewitînin. Divê gel û xizmên girtiyan li dijî vê zilmê derkevin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê xizmên girtiyan piştgiriyê bidin me.”    ‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN’   Têkildarî mijarê xwîşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada jî anî ziman ku ji ber girtiyan bi fikar in û axaftina xwe wiha qedand: “Dema agahiya mirinê ji girtîgehan tê em gelek ditirsin. Darbestên ji girtîgehan derdikevin bandoreke giran li me dike. Ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevin me dest bi vê çalakiyê kir. Dermanan nadin girtiyên nexweş û bi vî awayî terkî mirinê dikin. Banga me ji bo gel jî ew e ku li dijî vê derkevin. Heta li ser girtiyan zilm hebe, em jî dê çalakiya xwe ya edaletê bidomînin. Em ê xwedî li girtiyan derkevin.”