Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin 2022-07-28 09:27:14 ÊLIH - Bi ser qetilkirina rojnameger Çetîn Abayay re 30 sal derbas bûn. Xwîşka Abayay, Gulistan Ruzgar anî ziman ku dê tu tiştek êşa wan sivik neke û wiha got: “Lê dê daxwaza dayika min pêk were ku çavên wê vekirî rehmet kir.”   Bi ser qetilkirina Nûnerê Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay (23) re 30 sal derbas bûn. Abayay, di serdemeke ku rojnameger li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û rastî îşkenceyan dihatin dest bi rojnamegeriyê kiribû. Di 16 saliya xwe de dema xwendekarê dibistana amadehî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay, 6 mehan li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê hat ragirtin û li vir rastî îşkenceyên giran hat. Piştre jî şandin Girtîgeha Amedê. Abayay 5 mehan di Girtîgeha Amedê de ma û piştî derketî jî di Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Di vê pêvajoyê de careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hate ragirtin. Lê belê çawa ji girtîgehê derket, dîsa xebatên xwe berdewam kirin. Her tim gefa “Em ê te bikujin” li Abayay dihat xwarin. Di 29’ê tîrmeha sala 1992’yan dema vedigeriya mala xwe rastî êrişa çekdarî ya 3 kesan hat û rojek piştre jî jiyana xwe ji dest da.    WESIYETA DAYIKA WΠ   Xwîşka Abayay, Gulistan Ruzgar qala birayê xwe kir. Ruzgar, da zanîn ku dayika wê Rahîme Abayay  di sala 2017’an de wefat kir û wiha got: “Dayika min bi salan li kujerên birayê min geriya. Lê hêj kujer nehatine dîtin dayika min wefat kir. Wesiyeta dayika min ew bû ku pênûsa birayê min li erdê nemîne û kujerên wî bên dîtin. Dayika min di rojên şemiyê de di dest de wêneyê birayê min li edaletê geriya. Lê ew edalet tu carî pêk nehat. Dema li edaletê digeriya û bi êşa kurê xwe wefat kir.”    LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE DA    Bi domdarî Ruzgar anî ziman ku kekê wê hêj di emrekî biçûk de rastî zext û tundiya dewletê hat û wiha domand: “Lê li dijî vê zext û tundiyê li ber xwe da. Hêj di 16 saliya xwe de rastî lêpirsînên giran û îşkenceyan hat. Hate girtin. Li gel ku bi ser girtina kekê min re 6 meh derbas bûbûn jî dayika min tu agahî jê nedigirtin. Bavê min dizanî ku kesên wê demê dihatin binçavkirin dibirin Sêrtê. Lewma bi hefteyan çû Sêrtê û hat. Lê dîsa jî nekarî pê re hevdîtinê bike. Piştre agahî ji Girtîgeha Amedê hat û li wir bi birayê min re hevdîtin kirin. Roja me pê re hevdîtin dikir, Roja Dayikan bû. Dayika min di wê hevdîtinê de birayê min nas nekir. Nehiştin dayika min bi birayê min re bi kurdî biaxive. Piştî ji girtîgehê derketî dibistana xwe qedand. Jiyana wî dîsa bi têkoşîn, zext û girtîgehan derbas bû.”    TÊKOŞÎNA EDALETÊ   Di berdewamê de Ruzgar bi lêv kir ku bi salan daxwaza xwe ya edaletê anîne ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî Doza Susurlukê, di lîsteya rojnamegerên bi awayekî kiryarnediyar hatine qetilkirin de navê birayê min jî hebû. Lê encamek ji lêgerîna me ya edaletê derneket. Tevahiya lêgerîna me ya bo edaletê ber demborînê ket. Di van 30 salan de me ji bo edalet û hiqûqê tu muxatab nedîtin. Yek ji êşa herî giran ew e ku piştî 30 salan jî hêj kujerên wan nehatine dîtin. Nedîtina kujerên birayê min, êşa dayika min a herî mezin bû. Beriya qetilkirina kekê min her roj bi ser mala me de digirtin û çi hebe dibirin. Ji ber van serdegirtinan hema hema tu wêneyên kekê min jî nemane. Daxwaz û hêviya me ew e ku kujerên wî bên dîtin. Dê tu tiştek êşa me sivik neke lê dê daxwaza dayika min a wefat kirî jî pêk were.”    MA / Fethî Balaman