Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî 2022-07-28 12:05:17   EDENE - Kovara DFG'ê ya bi navê “Rojnamevanên li Pişt Deriyên Girtî” bi hinceta “Di lîsteya komeleyên ji bo fêdeya cemaweriyê dixebitin de cih nagire” nedan rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş.    Rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Kurkçuler a Edenê tê ragirtin, binpêkirina mafan ên ku pê re rûbirû maye bi malbata xwe re parve kir. Karakaş diyar kir ku heya encam ji grevên birçîbûnê tên girtin ew ê çalakiya xwe bidomînin û girtiyên edlî rastî “lêgerîna nava dev” tên û kesên vê yekê qebûl nekin jî ji aliyên rêveberiya girtîgehê ve tên cezakirin. Karakaş ragihand ku kovara Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) a bi navê “Rojnamevanên li Pişt Deriyên Girtî” bi hinceta “Di lîsteya komeleyên ji bo fêdeya cemaweriyê dixebitin de cih nagire” nedane wî û dadgeha înfazê jî heman biryar daye.