Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin 2022-07-28 12:27:20 AMED - Malbatên girtiyan Nobeda Edaletê li ber avahiya Dadgeha Amedê domandin.  Di çalakiyê de Încî Guler axivî û bal kişand ser qanûnên ku li ser girtiyan tên ferzkirin û got: “Îro di qanûnên wan de îdam tune lê ji îdamê xerabtir dikin."    Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 255'emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe îro li ber avahiya Dadgeha Amedê li dar xistin. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe winda kirine (MEBYA-DER),  Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadî (OHD) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.   Încî Guler ku birayê wê Abdulselam Guler yek ji girtiyên nexweş e diyar kir ku ev 9 meh in Nobeta Edaletê digirin û her ku diçe zilm û zor li girtîgehan zêde dibe û wiha axivî: “ Îro bi birçîbûnê li girtiyên me zilmê dikin, xwarina wan kêm dikin, mafê wan ê xwarin tê astengkirin. Em dixwazin ku girtiyên me yê nexweş ku rewşa wan xedar e bila werin berdan. Bila bên berdan da ku em wan li malê tedawî bikn. Em tiştek zêde naxwazin, bila qanûnên xwe bînin cîh. Heta hûn qanûnên xwe bînin cih em ê têbikoşin."    ‘DI HUCREYAN DE JIYANA XWE JI DEST DIDIN'    Guler bi lêv ki ku girtiyên siyasî zilm û zorê li kesî nekirine û tevî ku wan ji malê wan birine jî cezayên giran li wan birîne û wiha got: “Dewlet jî baş dizane ku sûcê wan tune bû. Di salên 90’î de cezayên muebedê li girtiyan birîn. Dixwaziya me ew e ku gava cezayê xwe qedandin dîsa ceza neyê dayîn. Lê belê îro di qanûnên wan de îdam tune jî lê sepanên ji îdamê xêrabtir li wan ferz dikin. Yek bi yek li ber çavê raya giştî dimirin. Em wek malbatan dibêjin ku ev zilm nayê qabûlkirin.” Guler bal kişand ser bêdengiya saziyên sivîl û partiyên siyasî û vê bangê li wan kir: "Pişta xwe nedin me, bi me re bin. Îro qanûnên ku li ser girtiyên me ferz dikin wê sibê were serê we jî, hûn ê jî bibînin. Îro girtiyan di hucreyên yek kesî de digirin û girtîyên me jiyana xwe ji dest didin. Gelo li hucreyên yek kesî jiyan dibe?"    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.