Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in 2022-07-28 14:14:55 ENQERE - Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku kesên weke “şahidên nepen” tên guhdarîkirin, şahid nînin lê xebatkarên kadro yên dozgeran in.    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja sêyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.    Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî şandeyê ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin xwend. Sîbel Akdenîz dê îro parastina xwe bikira lê ji ber ku dayika wê nexweş bû, tev li danişînê nebû. Şandeya dadgehê biryar da ku siyasetmedar Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye parastinê bike. Lê ji ber ku Tugluk li nexweşxaneyê bû, parastina xwe nekir.    Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak axivî. Kişanak, got ku dixwaze nêrînên xwe yên derheqê “şahidan”de vebêje û wiha got: “Ji bo parastina min rojek têrî nake. Çi kompas hatibe kirin ez ê wê vebêjim. Dixwazim ku hûn rêzê ji mafê parastinê bigirin û gotina min nebirin. Roja din jî li vir ser vê mijarê nîqaş derket. Hûn dibêjin bi ser hinek tiştan re derbas bibin lê ev otosansûr e. Ev helwesta we gefeke li dijî mafê parastinê ye.” Di vê navberê serokê dadgehê gelek caran pirs ji Kişanak kir û nehişt gotina xwe xelas bike.    Serokê şandeyê piştre jî mafê axaftinê da Gulser Yildirim. Yildirim, da zanîn ku ji bo parastinê amade nîne û dê di danişîneke din de parastinê bike. Şandeya dadgehê piştî Yildirim, mîkrofona siyasetmedarên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê girt.    ŞAHIDIYA CEM TEKEL   Kişanak, piştre dîsa mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim nelirêtiyên we yên têkildarî îfadeyên şahidan vebêjim. Beriya ku em parastina xwe bikin we şahid guhdar kirin. We li şahidekî bi navê Cem Tekel guhdarî kiriye.  10 sal berê dema em rastî gerîlayan hatin derheqê wê de ye. Ez wê demê hevşaredar bûm. Dozgeriyê dosya venekir û ji bo îfadeyê bang nekir. Min nedizanî ku lêpirsîn hatiye destpêkirin. Darazê yek carî jî negot; ‘tiştekî wiha heye. Were bê ka tu dibêjî çi.’ We derheqê vê mijarê de şahid guhdarî kir. Hûn dibêjin; ‘bi kêr were jî bi kêr neyê jî ez wiha dikim.’ Min derheqê mijarê de daxwazname da. Dema ez di hevdîtinê de we li şahid guhdarî kiriye. Divê dadgeha we jê bawer be lê hûn vê baweriyê nadin me. Di nêrîna min de Cem Tekel ne şahidekî ku lê were guhdarîkirin e. Daxwaza min ew e ku Tekel dîsa were guhdarîkirin. Li holê tenê çendek saniyeyên dîmen ên Tekel hene. Derheqê mijarê de tenê belgeyek jî di destê polîsan de nîne. Bûyer tenê li ser van dîmenan tê destgirtin û ji rastiya wê tê derxistin.    TEKANE DERDÊ DESTHILATDARIYÊ DENG IN   Weke şandeyekê em ji bo pevçûnên li Şemzînanê çûbûn herêmê. Me xwest bax û baxçeyên bi bombeyan hatine talankirin bibînin. Ji bo ku xelkê herêmê yê hatiye perîşekirin bibînin em çûn wê derê. Dîmenên vê di destê Cem Tekel de hene. Cem Tekel, wan dîmenan derxîne û bila hemû kes bibîne bê ka em çend saetn li wir man û me çi xeber da. Me 7 salan bi vê desthilatdariyê re mesaî kir û baş dizanin ka çi ne. Ji ewil hesaba darayî dikin û dibêjin ‘gelo dê ev mijar dengên me zêde bike yan na.’ Berjewendiyên civakê bi ser guhê wan ve nîne. Tekane derdê wan pere ye. Du tiştan hîn bûne; yek bazirganî ya din jî manîpulasyon. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin her tiştekî bikin.    KOMPAS GERANDIN   Heke hûn rastiya madî bixwazin, wê demê divê hûn Cem Tekel bînin eywana dadgehê. Bila bizanin ku em çendek saetan li wir man û sivîlan çi jiyaye. Li ser dîmenên 2 saniyeyan manîpulasyonan dikin. Wesayîta min li dawiya konvoyê bû. Dema wesayît sekinîn min got qey qeza çêbûye û ji wesayîtê peya bûn. Dema ez paya bûyîm, Cem Tekel ji wesayîta xwe paya bûbû. Dema em çûn wê derê gelek kes li wir bûn. Ma dê me çi bikira? Li holê ne girteka polîsan û ne jî dîmenên wan hene. Tenê yek rêzikeke hêzên ewlekariyê nîne. Em derdora 50-60 wesayît bûn. Bixwestina dikariyan pêşî li me bigirin. Lê rê vekirin. Wê demê ji bo kompasê bi zanebûn Cem Tekel şandin wê derê. Em biçûna ku derê, bi dehan kamera û wesayîtên polîsan hebûn. Dozgeriya Meletiyê îdianameyeke ji sê rêzikan amade kiriye. Ji ber ku ew jî nizanin mijar çi ye. Hûn jî mijareke wiha li dozeke ewqas giran zêde dikin.    EZ Ê ÇAWA BAWER BIKIM   Ez ê çawa bawer bikim ku dê ev dadgeh biryareke adailane bide? Divê Meletî û ev dosya bibin yek ji ber ku ji dosyayê ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ dernakeve. Min di dadgeha we de gotibû ku haya min ji gotinên şahidan nîne û min îfadeyên wan xwestibûn. Lê ji min re nehatin şandin. Madem dê we derheqê min de ji wan îfade bigirta, gelo ma mafê min ez belgeyên berê bibînim? Bila kirinên we hinek hev bigirin. Guhdarîkirina van şahidan ne hiqûqî ye. Ev şahidên ku mîna makîneya derewan in, divê dîsa werin guhdarîkirin. Hûn ewraqên ji min re nehatine şandin weke ku hatibin şandin nîşan didin û biryara navberê didin. Daxwaza min ew e ku hemû îfade bên şandin û biryar dîsa were dayîn. Armanca ewil a vê dosyayê ew e ku li derve manîpulasyona siyasî bê kirin. Tu îfadeyên şahidan nînin, tenê çîrokên wan hene. Şahid nabêje min dîtiye, dibêje ‘kadro’ ye. Lê nabêje bê ka raporê dide kê. Li holê tiştekî şênber tune ye. Şahid dibêje ‘Di ANF’ê de nûçeyeke wiha heye. Ew jî derketin û daxuyanî dan.’ Gelo kadroyeke fermanê ji ajansan digire çawa dibe? Li vir çîrokan dibêjin. Li holê şahidiyek tune ye. Her yek ji wan gelek îfade dane. Heta kesekî got; ‘min sed îfade dane ma ez ê çawa bizanim.’ Ev kes ne şahid in, xebatkarên kadro yên dozgeran in. Dema di dosyayekê de xitimîn, dibêjin ‘ma çi hewcehî pê heye, li vir şahidek heye.’ Ji van şahidan hinekan jê di sala 2012’an de îfade dane. Ji dosyaya KCK’ê derxistine û anîne vê derê.    ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN KOPIYA GIRTEKA LÊPIRSÎNÊ YE   Îfadeyê şahidê nepen Ulaş ên di 4’ê nîsana 2020’an de û girteka polîsan a di 25’ê mijdara 2019’an de heman îfade ne. Şahidê nepen çawa heman tiştan dibêje? Şahidê nepen bo min dibêje; ‘endama rêxistinê. Li ser biryara Ocalan weke hevşaredar hatiye hilbijartin.’ Ev derew e. Yan van gotinan weke delîl qebûl nekin û yan jî derheqê polîsên ku ev girtek amade kirine de lêpirsînê bidin destpêkirin. Xuyaye ku ev îfade tenê ji bo ku min têxin vê dosyayê hatine amadekirin.  Ez di îfadeyên şahidan de nînim lê di girtekên teşhîsê de heme. Pir aşkera ye ku kompas e. Delîlên ji ber xwe ve hatine çêkirin hene. Li ser fermana qesrê li vê derê me û bi van îfadeyan jî kompasek li hiqûqê jî hatiye gerandin. Bi salane li vî welatî rêbaza ‘bigire û têxe hundir dê piştre delîlan bibînî’ di meriyetê de ye. Hûn ji ewil me digirin û piştre jî bûyeran çêdikin.”   Şandeya dadgehê heta saet 13.00’an navber da danişînê û biryar da ku piştî biryarê dê parastina Kişanak bidome.