Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan 2022-07-28 14:39:30 ÎZMÎR - Rêveberê Rêxistina HDP’a Îzmîrê Mehmet Demîr di çalakiya Nobeta Edaletê de bang li desthilatdariyê kir ku guh bide daxwazên dayikên girtiyan.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 92’an de li pêşiya avahiya edliyeyê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên bi nivîsên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bila girtîgeh bên valakirin, Azadî ji girtiyan re” berz kirin. Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê jî piştgirî dan malbatan.    Di çalakiyê de ji rêveberên HDP’a Îzmîrê Medenî Demîr bal kişand ser çalakiya malbatên girtiyan a ji bo mafê jiyanê yê girtiyan û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş nayên berdan û mafê wan ê xizmeta tenduristiyê jî tê binpêkirin. Desthilatdariya siyasî qanûna înfazê weke siyaseta tolhildanê bi kar tîne. Divê dev ji van sepanên xwe berdin û guh bidin daxwazên dayikan.”