Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin 2022-07-28 16:56:07   ENQERE - Li Herêma Kurdistanê berdana bi şert a gelek girtiyan ji aliyê rêveberiya herêmî ve hat rawestandin.    Hat zanîn ku rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê berdana gelek rojnamevan û aktîvîstên kurd ku cezayên xwe ji sisêyan didoyê wê temam kirin e û ji bo wan mafê berdanê heye ku bi şert bên berdan, dane rawestandin.    Hat diyarkirin ku her roja diçe tenduristiya girtiyan xerab dibe. 52 rojnamevan û aktîvîstên kurd ku bi îdiaya “ewlehiya netewî xistine talûkeyê” girtî ne di 24’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnêk iribûn. Ev girtî niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin û girtîgeh ji aliyê Wezareta Karên Civakî û Xebatê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin. Hat ragihandin ku rayedarên girtîgehê mafê hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re asteng kiriye.    'BERDANA ME BI MUDAXILEYÊ TÊ ASTENGKIRIN’    Nameya ku girtiyan ji The New Arab re şandine wiha ye: “Ji bo me li herêma Kurdistanê azadiya derbirînê, azadiyên sivîlan parast û em li dijî dagirkerî û bombebarana Tirkiyeyê derketin niha em girtî ne û mehkûm in. Ji berk u dozgeriya giştî ya herêma Kurdistanê li gorî xala 331’emîn a Qanûna Cezayê Iraqê berdana me ya bi şert asteng kir, me dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tevî ku em ji sisêyan didoyê cezayê xwe kişand jî lê berdana me ya bi şert tê astengkirin û em bi mudaxileyek partîzanî re rûbirû ne. Em dixwazin dengê me were bihîstin.”