Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye 2022-07-28 19:35:08   ÎZMÎR – Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ku bi dowîzên "Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye" xeleka ji mirovan çêkir, bertek nîşanî komkujiya li Zaxoyê da û destnîşan kir ku dijminahiya li hemberî gelê kurd bi komkujî û sirgûnan didome.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, derbarê qetilkirina 2 zarok 9 kesên ku di bombebarana Tirkiyeyê de ya li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Federe hatin qetilkirin, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê çalakiya xeleka ji mirovan li dar xist. Endamên partiyê dowîzên li ser "Komkujiya Zaxoyê sûcê li hemberî mirovahiyê ye" û "Em komkujiya Zaxoyê şermezar dikin" nivîsandî hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Em berpirsyarên komkujiya Zaxoyê ji Roboskiyê nas dikin" hatin berzlkirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên li bajêr û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.   Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk daxuyaniya çapemeniyê xwend. Çelîk diyar kir ku divê kesên di Komkujiya Zaxoyê de jiyana xwe ji dest dane bên eşkerekirin. Çelîk got: “Cihê ku hatiye bombekirin qada pîknîkê ye. Yanî qadeke ji bo sivîlan e. Vê rewşê careke din nîşanî me da ku hikûmetên ku xwe bi polîtîkayên şer-tahdeyê xwedî dikin, dixwazin cihekî bêhvedanê jî ji gelan, jin û zarokan re nehêlin."   ‘GEL BEDÊLÊN ŞER DIDIN'   Çelîk destnîşan kir ku ew li Zaxoyê bûne tiştên li Roboskî, Mexmûr, Şengal û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê qewimîne û got: “Dema ku bi sedan sivîl di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov jî ji cih û warên xwe bûn. Dîsa bi her cure tundî û xizaniyê hat ceribandin û hîna jî tê ceribandin. Em HDP li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nebûn û em ê bêdeng nemînin jî. Li ku dibe bila bibe em ê ji van sûcan hesab bipirsin. Em baş dizanin ku li ku dibe bila bibe yên bedêla herî giran a şer didin gelê feqîr, jin, ciwan û zarok in. Ji ber vê yekê me bi mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bersiv da polîtîkayên şer û tundiyê yên hikûmetê û em ê her tim bidin jî."    Çelîk destnîşan kir ku berpirsyarên Komkujiya Zaxoyê hêzên emperyal û herêmî ne û wiha got: “Yên ku hewl didin komkujî bê jibîrkirin û bêdeng bimînin, qîma xwe tenê bi peyamên qaşo şermezarkirinê tînin. Yên ku di bin navê 'ewlehiyê' de biryara şerê li derveyî sînor didin, ji vê komkujiyê berpirsyar in."   DIJMINATΠ   Çelîk anî ziman ku Tirkiye di encama polîtîkaya şerê qirêj yê li ser esasê dijminatiya li hemberî kurdan a desthilatdariya AKP-MHP'ê de veguheriye qada krîz û aloziyê û bang li hemû demokrasîxwaz, wekhevîxwaz û azadîxwaz kir ku li dijî siyaseta şer daxwaza ji bo aştiyeke rûmet bilind bikin.