Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî 2022-07-29 09:03:38   RIHA - Hestiyên ku li gundê Arabûk ê wekî "Baregeha JÎTEM'ê" ya Eşîra Bûcakê tê naskirin hatin dîtin, ji bo malbatên xizmên wan hatine windakiriyan bû hêvî. Birayê mezin ê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê hat windakirin, anî ziman ku fikara wan ew e ku hestî hatibûn windakirin.    Hestiyên ku li gundê Arabûkê yê navçeya Cirnê Reş a Rihayê hatin dîtin, bû hêvî ji bo 40 malbatên ku di salên 1990'î de xizmên wan hatine windakirin.    Li gundê ku heya van salên dawî jî di destê Eşîra Bûcakê de bû û dihat îdiakirin ku di salên 1990'î de wekî baregeha Têkioşîna Bi Terorê ya Îstixbarata Cendirmeyan (JÎTEM) hatiye bikaranîn, di kolandina 22'yê tîrmehê de hestiyên mirovan hatin dîtin. Hat diyarkirin ku hestiyên ku hatine dîtin dîsa hatine nixumandin û pişt re di bin çavdêriya dozgeriyê de bi kolandinê hestî hatine derxistin. Hestiyên hatine wergirtin ji bo DNA û tespîtkirina demê şandine Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Ji bo Ahmet Kalpar, Huseyîn Taşkaya, Şefîk Geçgel, Faîk Kevci, Adnan Bagca û Nazîm Babaoglû yên di navbera salên 1993-1994'an de hatine windakirin, bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) serî li Serdozgeriya Komarê ya Cirnê Reş hat danîn û doza tespîtkirina DNA'ya wan hat kirin.      Ji 40 malbatên xizmên wan di nava sînorê Rihayê de hatine windakirin yek jê Cemal Babaoglû ye. Cemal Babaoglû, birayê mezin ê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê wê demê Nazîm Babaoglû ku di 12'ê adara 1994'an de ji bo nûçeyekê çûbû Sêwregê û hew begeriyabû, fikara xwe ya ji bo windakirina hestiyan bilêv kir. Babaoglû bibîr xist ku hestî li herêma ku aydê mala Bûcakan hatine dîtin û got, di 5'ê Îlona 2013'an de li herêma Baxçeyê Eyvanatê di dema kolandinekê de hestiyên mirovan hatine dîtin.    Babaoglû têkildarî hestiyên ku li baxçeyê Galojê yê aydê eşîra Bûcakan hatine dîtin Saziya Tiba Edlî ya Wezareta Dadê rapor amade kiriye û got, hatiye ragihand ku zarok û mezin jî di nav de herî kêm hestiyê 9 kesan hatine dîtin û ev hestî yên 50 sal berê an jî hîn wêdetir in. Babaoglû bilêv kir ku di raporê de sedema mirinê nehatiye tespîtkirin û piştî raporê dozgeriyê biryara "pêdivî bi lêpirsînê nîn e" daye.   Babaoglû got: "Nêzî 32 sal in em li windayên xwe digerin. Her cara ku em diçûn li ber derî ji me re digotin na, lê di kolandineke rastgele de hestî û gorên komî hatin dîtin. Hestî li her derî bang li rayedaran dikin, wekî biqîrin û bibêjin  'min bibînin.'"   'BÎRA AQILÊ DEWLETÊ'   Babaoglû gora komî ya li Baxçeyê Eyvanatê hat dîtin bibîr xist û diyar kir ku dozger bêyî lêpirsînekê bike gotiye “Ev der goristan e.” Babaoglû bi lêv kir ku ji Şaredariya Sêwregê belge hatiye xwestin ku bê ka ew der goristan e yan na û şaredariyê têkildarî lêkolîna kiriye ji dozgeriyê re nivîsandiye ku ew de rne goristan bûye. Babaoglû diyar kir ku hestî piştre şandine Tiba Edlî û wiha domand: “Tiba Edlî temenek li gorî sala 1960’î diyar kir, lê wê demê li Sêwregê bûyerek çênebûye. Bîra aqilê dewletê heye; Ger bibêjin 70 sal û zêdetir, wê qetlîama ermenan û suryanan bi belge bikin, eger bêjin 20 sal û zêdetir jî dê îdiayên me yên salên 1990’î derkevin holê. Bi vî rengî hat veşartin."   'RASTÎ SERHIŞK IN'   Babaoglû bal kişand ser hestiyên ku di 7'ê hezîranê de li gundê Arabûkê yê Cirnê Reş di kolandinê de hatine dîtin û wiha pê de çû: "Gundiyên ku cenaze dîtin ji me re gotin, lê ji ber ewlehiya xwe tu tiştî bi raya giştî re parve nakin. Piştî ku xwediyê zeviyê serî li dozgeriyê da derket holê. Ew qad di salên 1990'î de navenda lêpirsîna JÎTEM'ê bû. Wê demê cerdevanan dest danîn ser gundê ku ne yê wan bû. Ew der kirin baregeh û kesên ku ji Sêwreg, Wêranşar, Êlih û Mêrdînê revandibûn, anîn herêma Baxçeyê Eyvanatê yan jî Arabûkê. Li wir mirov qetil dikirin. Ji ber ku dewlet bûn, her tişt di destê wan de bû. Ji wan tirê ev bûyer heta di TRT’ê de neyê ragihandin, dê tu kes nikaribe îspat bike. Lê belê, ev nerînek ne rast bû, ji zanistê dûr bû. Wan nizanibû ku rastî serhişk in."    Bi domdarî Babaoglû destnîşan kir ku ew malbatên windayan bi fikar in û wiha axivî: "Dewleta ku xizmên me winda bike dibe ku hestiyên wan jî winda bike." Babaoglû rapora derbarê hestiyên li herêma Baxçeyê Eyvanatê hatine dîtin de bibîr xist û wiha got: “Gundiyên ku li Arabûkê cenaze dîtin gotin ku cenaze di 3 kîsên cuda de bûn û serê wan jî hene. Niha dibe ku ev hikûmet van hestiyan jî winda bike yan jî tiba edlî agahiyên derew bide. Ger lêkolînek rast were kirin dê derkeve holê ku hestî yên kê ne. Dibe ku Nazim Babaoglû jî di nav wan cenazeyan de be. Ev ne tenê pirsgirêka malbatê ye, pirsgirêka hemû welat e. Di navbera her du malbatan de tu nelihevkirinek çênebû. Bêguman ev kuştinên siyasî ne. Ew birîneke civakî ye."   JI SÊWEREGÊ VENEGERIYAYE   Di berdewamê de Babaoglû diyar kir ku birayê wî Nazîm Babaoglû ji Sêwregê ku 28 sal berê ji bo nûçeyê çûbûyê qet venageriyaye û wiha dewam kir: “Li wir hat binçavkirin, lê rayedaran got 'me ew binçav nekiriye.' Piştre şahidên bûyerê gotin, 'Min Nazim dît, van kesan ew binçav kirin.' Gardiyan û efser Mehmet Kiraç di bin çavdêriya fermandar Ahmet Şenturk de hatin binçavkirin. Cerdevan wekî tetikkêş dihatin bikaranîn û bi agahiya hikûmetê dihatin kirin. Sûcê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin. Berdewamiya di dewletê de esas tê dîtin. AKP'ê got, 'Em ê van bûyerên tarî ronî bikin.' Me agahî û belgeyên di destê xwe de radestî dozgerên wezîfedarkirî kirin, lê wan tenê guhdarî kir. Dosya daxilî yên di refan de kirin."   Babaoglû ku “Hikûmeta bi Mehmet Agar re dê çawa vê tarîtiyê ronî bike?" wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî hestiyên li Arabûkê hatin dîtin, pêwîst e dozger wê herêmê bi awayekî berfireh bikole. Em piştrast in ku dê li wê herêmê termên din bên dîtin. Ger niyeta wan eşkerekirina rastiyê be, divê vê yekê bikin û lêpirsînek mezin bê destpêkirin. Hêviya me ew e ku ev yek pêk were û neyê veşartin. Ji bo ku li vî welatî careke din rewşên bi vî rengî neqewimin, pêkanîna qanûnên gerdûnî şert e."   MA / Emrûllah Acar