Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da 2022-07-29 09:05:02   ŞIRNEX - Bi hinceta ku banga Meşa Gemlîkê kiriye, polîsan ji bo îfadeyê bangî Mewlûdê Gungen kirin. Gungen, li Midûriyeta Emniyetê ya Polîsan a Cizîrê bi îdiaya "pesnê sûc û sûcdar da ye" îfade da.    6 sazî û partiyên siyasî yên ji ber ku xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin di 12'ê hezîranê de bi dirûşmeya "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" Meşa Gemlîkê li dar xistibûn. Tevî hemû zext û zoriyan jî di serî de ji Amed û Stenbolê ji gelek bajaran ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve meş hatibû lidarxistin.    Welatiya bi navê Mewlûde Gungen (54) a ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber banga "Meşa Gemlîkê" çû qereqolê û îfade da polîsan. Gungen ku di roja Meşa Gemlîkê de ji bo tevlibûnê û xwedîderketina li meşê bang li her kesî kiribû bi îdiaya "pesndayina sûc û sûcdar" hat sûcdarkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê ji Gungenê gotinên wê yên di hevpeyvîna wê ya di ajansa me de hatine pirsîn. Ji hevpeyvînê tenê ji beşa ku destûra hevdîtina bi Ocalan re nayê kirin hatiye pirsîn.    Hevpeyvîna Gungenê ya bi kurdî li tirkî hatiye wergerandin û ev beş “Meşa Gemlîkê ji bo azadiya Rêbertî ye. Hiqûqnas, malbat ên li ser nêrîna Rêbertî diçin û tên… Ev tecrîd ne tenê ji bo Rêbertî, ji bo me hemûyan e. Banga min ji bo her kesî ye. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, her kes berpirsyariyê bigire ser milê xwe û tevlî vê bibe. Îro ew kes ne tenê ji bo xwe, ji bo kurd û tirkan, ji bo her kesî azadî û wekheviyê dixwaze. Banga min ji bo her kesî ye. Divê her kes tevlî vê meşê bibe" wekî pesinandina sûc û sûcdar hatiye hesibandin.