Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin 2022-07-29 10:03:10 ŞIRNEX - Ji rêveberên SES’ê Mûrat Ozbey diyar kir ku bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin û wiha got: “Bi taybet Botan hedef tê girtin. Avakirina jiyana ekolojîk bi qasî avakirina civakeke azad girîng e.”  Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê di bin navê “ewlekariyê” de ekolojiya herêmê qir dike. Bêdengiya rêxistinên xweza û hawirdoyê ya li dijî vê talan û qirkirinê didome. Di nava du salên dawî de bi hincetên “Rêya ewlekariyê”, “Dema ji helîkopterê tê nihêrtin divê noqteyeke veşarî nebe”, “Quleyên leşkerî” û “Çêkirina qereqolan”, li gel çiyayên Cûdî û Gabarê her wiha li Herêma Bestayê jî bi sedhezaran dar hatin birîn. Dar, di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tên birîn û bi TIR û qamyonan ber bi bajarên din ve tên veguhestin. Birîna daran êdî bûye qadeke rantê.    Ji Şirnexê ber bi navçeya Halîliye ya Rihayê ve rojane herî kêm 20 qamyonên darên berûyê tên şandin û li Sûka Kerestevanan tên firotin. Her wiha li ser hesabeke Facebookê jî bi nîşeya “Darên firotinê hene û em dişînin her deverê. Heqê veguhestinê ji we ye û tona wê bi hezar û 150 lîreyan e” darên Şirnexê tên firotin. Li gorî daneyên fermî yên Midûriyeta Daristanê ya Herêma Rihayê ku li ser malpera xwe parve kirin, di nava 7 mehên dawî de ji sedî 7’î daristanên Şirnexê hatine tunekirin. Her wiha ji ber şewatên di dema operasyonên leşkerî de derketin, bi sedhezar hektarên qada daristanê bû xwelî. Yek ji rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) yê Şirnexê Mûrat Ozbey, têkildarî têkbirina ekolojiyê û bandora wê ya li ser civakê nirxand.      ARMANC AVAKIRINA CIVAKEKE NEXWEŞ E   Ozbey anî ziman ku mebesta birîna daran, vekirina kanên madenê yên ne di cih de, santralên termîkê, qirêjîkirina rûbaran, tengkirina qadên jiyanê yên xwezayî, xebatên betonkirina her devera bajar û çêkirina bendav û qalekolan a di bin navê “ewlekariyê” ew e ku civakeke ne bi tendurist ava bibe. Bi domdarî Ozbey, diyar kir ku ji dîrokê ve di navbera civak, mirov û xwezayê de têkiliyeke domdar heye û wiha got: “Bi pergala şaristaniyê re dewletbûn-bajarvanî pêş ket û bi demê re tehekûma xwe li ser xweza û civakê zêde kir. Jiyana ekolojîk ne tenê parastina xwezayê ye, her wiha redkirina feraseta hiyerarşî û tehekûmkar a li ser mirov û xwezayê ye. Çand, ziman, bawerî, aborî û pêşketina exlaqê civakî, hêj ji destpêka civakîbûnê re di encama têkiliya bi xwezayê re derketin e.”    BANDORA WÊ YA LI SER TENDURISTIYA CIVAKÊ   Bi domdarî Ozbey destnîşan kir ku tunebûna ekolojiyê her wiha tê wateya tunekirina tenduristiyê û wiha pê de çû: “Yek ji nîşaneyên tenduristbûnê yên herî şênber jî jiyana ekolojîk e. Jiyana ekolojîk hem ji hêla fîzîkî hem jî ruhî bandorê li civakê dike. Lewma parastin û jinûvaavakirina wê, her wiha dibe têkoşîna tenduristiya civakê. Rûxandina xwezayê bi xwe re gelek nexweşiyan tîne. Bi kar anîna santralên termîkê rê li ber penceşêr û mirinên pitikan vedike. Mînak, vîrûsa Sars-Covîd-19’ê encama texrîbkirina xwezayê ye. Di navbera xweza û civakê de têkiliyeke sîmbiyotîk heye. Azadiya xwezayê ya civakê girêdayî hev e. Civakeke ku xwezaya wê ne azad, bi xwe jî azad nîne. Binêrin, civakên di bin mêtingeriyê de her tim nexweş in. Ji ber ku ne azad bûn bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê yên ruhî û fîzîkî tîne. Heke em bala xwe bidin ser dê bibînin ku gelemperiya nexweşiyên ji ber tiba kapîtalîst ji civakên bindest de derdikevin. Êrişên li dijî jiyana ekolojîk, civakê ber bi tunebûnê ve dibe.”    POLÎTÎKAYÊN ŞER   Têkildarî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê jî Ozbey ev tişt anî ziman: “Li gel şerê fîzîkî, her wiha polîtîkayên qirkirina çandî û civakî tên meşandin. Bi şer û pergala rantê re civak bi tevahî ji çandê dûr tê xistin. Li gel talankirina xwezayê, her wiha civak tê dejenerekirin. Dema em li fihûş, tiryak, qedexekirina ziman û çanda popular dinêrin, dibînin ku dewlet li gel xwezayê her wiha hebûna civakê jî hedef digire. Şer her tim zindî dihêle û bi gotinên ‘ewlekariyê’ re herêmê ji mirovan xalî dike. Qedexekirina xwezayê ya li kurdan û talankirina wê, destwerdaneke raste rast a li şêweyê jiyana kurdan e. Li dijî bajarên herêmê polîtîkayeke zanebûn heye. Bi taybet jî Botanê hedef digirin. Civakê ji gelek aliyan ve tune dikin. Bênavber daran dibirin, rûbaran qirêjî dikikn, Cûdî tê talankirin. Qalekol û bendavên ewlekariyê yên hejmara wan roj bi roj zêde dibin, rê li ber texrîbkirina ekolojiyê vedike. Armanca wan tunekirina xwezayî bi tevahî ye. Avakirina jiyana ekolojîk bi qasî avakirina civakeke azad girîng e. Têkoşîna me ya ji bo xwezaya me her wiha têkoşîna ji bo jiyaneke bi tendurist û azad e.    Divê li dijî polîtîkayên şer aştî, li dijî feraseta tehekûm û hiyerarşiyê jî têkoşîna demokrasiyê bê dayîn. Divê jin û ciwan pêşengtiya vê têkoşînê bikin. Ji ber ku polîtîkaya dewletê bi tevahî li ser xistina jin û ciwanan e. Lewma ji bo avakirina jiyaneke azad divê pêşengtiyê bikin. Divê qada civakî û rêveberiyên herêmî jî di vê têkoşînê de diyarker bin. Avakirina tevgerên ekolojiyê, saziyên demokratîk ên herêmî û zanebûna civakî girîng e.”    MA / Omer Akin