Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN 2022-07-29 10:14:01   STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtinan malan de 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîne ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin, serê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ve girtin. Di serdegirtinên malan de Encama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Livan Orman, Hevserokê Rêxistina HDP'a Navçeya Bahçelîevlerê Orhan Ozoner, Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Medrîn Bor, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.