Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin 2022-07-29 10:35:12   MÊRDÎN - Piştî kuştina Necmettîn Kiliç derbarê 2 pisammên serokê AKP’ê yê Mêrdînê Farûk Kiliç de biryara girtinê hatibû dayîn. Her du xizmên serokê AKP’ê piştî 54 mehan di mala demekê Kiliç jî bi kar dianî de hatin girtin.    Li Çoltera Tiltêmik ê navçeya Qosera Mêrdînê ji ber nelihevkirina erdê di navbera 2 malbatên pismamên hev de şer derket. Yek ji malbatan di 12 kanûna 2017’an de wesayîta Necmettîn Kiliç tê de bû dan ber guleyan û Kiliç jiyana xwe ji dest dabû. Di bûyerê de 5 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Derbarê bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin, 9 kes jî ji ber ku nehatin dîtin, firar bûn. Di hezîrana 2018’an de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de derbarê 15 kesan de doz hat vekirin û hat îdîakirin ku 9 kesên ku nehetine girtin ji wê rojê heya niha nehatin dîtin.   Pismamên serokê AKP’ê Farûk Kiliç, Îhsan, Tahîr, Mûaz, Mehmet, Îsmaîl, VeysÎ, Îbrahîm, Suleyman û Mûstafa Kiliç nehatin girtin. Du bersûcên girtî jî piştî danişînan hatin berdan. Malbata Kiliç a ku ferdekî wan hatibû qetikirin îdîa dikir ku firariyên din ji aliyê kesekî ve tên parastin. Malbat gelek caran ji rayedaran re anîn ziman ku firariyên ku nehatine dîtin li gund in lê belê tu malbatên gund nehatin lêgeînkirin.    XWE LI MALÊN XWE DE VEŞARTINE   Piştî îxbara 26’ê tîrmehê Cendirmeyên Fermandariya Qoserê bi ser malbata Necmettîn Kiliç ê ku hatibû kuştin ve girtin. Cendirmeyan li mala demekê serokê AKP’ê Farûk Kiliç jî bi kar dianî de 2 pismamên wî girtin. Hat destnîşankirin ku firariyên din ji malê reviyan û her du kesên hatine girtin jî şandine gitîgehê.    ‘KÊ WAN PARAST’   Osman Kiliç têkildarî kuştina pismamê xwe ji ajansa me re axivî û hin agahî parve kirin û wiha got: “Em ji salane dibêjin ku kesên firarî li gund in. Me dianî ziman ku ewlehiya canê me tune û hinek kes wan kujeran diparêzin lê belê me nekarî dengê xwe bidin bihîstin. Li gel vê girtinê derket holê ku gotinên me rast derketin. Em texmîn dikin ku firariyên din jî li van deran in. Ger ku Farûk Kiliç nebûya serokê AKP’ê ew nedikarin xwe ewqas veşêrin. Kiliç jî di malbata li rex de rûdinişt û deriye wan derdikeve heman baxçeyê. Tim tê û diçe. Heya vê demê firarî çawa nehatin girtin. Kê wana parast? Divê bersivên van pirsan bên dayîn.”