Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’ 2022-07-29 11:51:54   ENQERE - Tevî ku salek di ser qetlîama malbata Dedeogûllari re derbas bû jî, edalet pêk nehatiye. Dadgehê li gel ewqas delîlên eşkere ku derketin holê jî dixwaze darizandinê li ser kesekî biqedîne. Lê parêzer û xizmên malbatê di têkoşîna xwe de bi biryar in.   Li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbat Dedeogûllari qetlîamek pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Salek di ser qetlîamê re derbas bû. Di hundirê salekê de di dosyeya qetlîamê de edalet pêk nehat û gelek faîl û hevkarên qetlîamê nehatin girtin. Sînyala qetlîama li dijî malbatê ewilî di 12’ê gulana 2021’ê de hatibû dayîn. Piştî vê êrişî tevdîr ji bo malbatê nehatin girtin û pişt re ev êriş veguherî qetlîamê.    ÊRIŞA NIJADPEREST A 12’Ê GULANÊ    Komek qelebalix ku ji malbata Çalik û Keleş pêk dihat di 12’ê gulanê de êriş biribûn ser ferdên malbata Dedeogûllari û wan birîndar kiribûn. Di kêliya êrişê de gotinên nijadperest ên wek “em nijadperest in, em ê we li vir nehêlin” gotibûn. Yek ji qurbaniyên qetlîamê Bariş Dedeogullari beriya were qetilkirin, êrişa li dijî malbata xwe ji ajansa me re nirxandibû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 ferdên malbatê birîndar bûbûn. Ji êrişkaran tenê Alî Keleş, Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Lutfî Keleş, Şerîfe Çalik û Velî Keleş hatibûn girtin. Di danişîna 12’ê tîrmeha 2021’ê de hat lidarxistin Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik hatibûn berdan û parastinê dabûn wan. Dadgehê piştre jî di danişînan de Yahya Çalik û Velî Keleş berdabû.    HEVKARIYA DOZGER Û BERSÛC    Piştî êrişa di 12’ê gulanê de dozger ji bo 9 kesan gotibû, “bila du kes sûc bixin stûyê xwe yên mayîn dê bên berdan.” Ev yek di qeydên hevdîtina girtîgehê de derketin holê. Bi arastekirina dozger re Alî Keleş û Lutfî Keleş êrişê girtin ser xwe û yên mayîn hatin berdan. Di pêvajoyên piştre de derket holê û hat piştrastkirin ku dozger bersûcan araste kiriye.  Niha ji wê dosyeya êrişa 12’ê gulanê tenê Alî Keleş û Lutfî Keleş girtî tên darizandin.    BÊCEZAHIŞTIN QETLÎAMÊ PÊK ANΠ   Bariş Dedeogûllari yê di êrişê de birîndar bûbû tevî gotibû êriş veguheriye tacîza devkî jî lê malbat nehatibû parastin. Bariş Dedeogûllari ji ajansa me re anîbû ziman ku gefên kuştinê li dijî wan berdewam dikin û êrişkar diçin ber deriye wan heqaret û çêran bi wan dikin. Piştî êrişa di 12’ê gulanê de ji ber êrişkar nehatin cezakirin û malbata Dedeogûllari nehat parastin, di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de li dijî malbatê êrişek hovane pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Êriş ji aliyê Mehmet Altun ku xizmê wan her du malbatên êrişkar bû pêk hat. Di êrişê de Yaşar Dedeogûllari (65), Serap Dedeogûllari (36), Serpîl Dedeogûllari (32), Sîbel Dedeogûllari (30), Îpek Dedeogûllari, Metîn Dedeogûllari (45) û Bariş Dedeogûllari (35) hatibûn qetilkirin.    KÊLIYA QETLÎAMÊ HAT BELAVKIRIN    Piştî êrişa ewil malbata Dedeogûllari li derûdora mala xwe kameraya ewlehiyê bicih kir. Bi saya van kamerayan dîmenên qetlîama ku ji aliyê kujer Mehmet Altûn ve pêk hat derketin holê. Di dîmenan de hovîtiya êrişî radikeve ber çavan. Her çiqas êrişkar Altûn bêje wî bi tena serê xwe jî qetlîamê kiriye lê wisa xuya dike ku hin kes li pişt wî alîkariya wî kirine. Ji ber ku kujer beriya qetlîamê bike li hotêlên luks maye, wesayît ji bo wî hatiye kirêkirin û alîkariya pere ji bo wî hatiye kirin. Gelek pirsên alîkariya ji bo kujer anî bîra mirovan. Lê heta niha jî ev pirs nehatine bersivandin.    POLÎSAN ALÎKARIYA ALTÛN KIR Û BAZARIYÊ PÊ RE KIRIN   Di dîmenên kêliya qetlîamê de ku hatin belavkirin, kujer hat tespîtkirin û piştî qetlîamê bi 6 rojan şûnve hat girtin. Di dozê de derket holê ku beriya kujer teslîmî polîsan bibe 3 roj berê 45 deqîqe hevdîtin kiriye. Derket holê ku polîs gotiye, “ez ê pênc kesên din jî bikujim û wisa teslîm bibim.” Her wiha di demên pêş ên dozê de kujer Altun gotibû, “Polîs derwan dikin. Nehatim girtin. Ez teslîm bûm.” Ev yek jî di hevdîtinên telefonê de derketin holê. Altun di dema hevdîtinên girtîgehê de ev axaftinên wî derketibûn holê, “Di îfadeyên min de polîs bo min bûn alîkar. Ji bo ku polîs min hembêz bikin, bi zorê xwe girtin. Gelek polîsan digot van kuştinê heq kiriye.”    YEK BI YEK HATIN BERDAN    Ji malbatên Keleş û Çalik gelek kes û ji malbata Altun 3 kes her çiqas hatin girtin jî lê hemû piştre yek bi yek hatin berdan. Di dosyeya qetlîamê de tenê kujer Altûn girtî ye.    PIŞTÎ QETLÎAMÊ HEWLDANA VEŞARTINA NIJADPERSETIYÊ   Piştî qetlîama rayedarên îktidarê û dewletê wek Suleyman Soylu, Fahrettîn Altûn, Fuat Oktay, Abdulhamît Gul, Devlet Bahçelî, Aytun Çiray xwestin ser vê qetlîama nijadperset binixûmînin.    MIDÛRÊ POLÎSAN JÎ JI BO ‘NIJADPERESTIYÊ’ KET DEWRÊ    Piştî qetlîamê derket holê ku Midûrê Polîsan ê Konyayê Engîn Dînç ji parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut re gotiye, “êriş ne bi sedemên nijadperest hatiye kirin, ji ber şerê malbatan rû daye, divê hûn daxuyaniyek wiha bidin û di Twitterê de parve bikin.”    RABORIYA QIRÊJ A MIDÛRÊ POLÎSAN    Midûrê Polîsan Dînç ê ku xwest qetlîama nijadperest binixûmîne û wezîfeya xwe ya lêkolînkirina êriş û qetlîamê bicih neanî, raboriya wî jî bi qetlîaman tije ye. Hema bêje li her bajarê ku Dînç lê wezîfeyê kiriye, li ber çavê her kesî qetlîam pêk hatine. Dema ku Dînç Serokê Daîreya Îstîhbarata Trabzonê bûye, Hrant Dîn hat kuştin û tevî ku dizanibûye dê Dînk bê kuştin jî lê tevdîr negirtiye. Dema ku Dînç li ser wezîfeyê bûye hewldana lînca li dijî endamên TAYAD’ê, bombebarankirina McDonald’sê û kuştina keşe Santoro û gelek bûyerên din rûdan. Her wiha dema Dînç Serokê Daîreya Îstîhbarata Emniyetê bûye, li Enqereyê DAIŞ’ê li dijî Mitîng Aştiyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de pêk hat. Dînç beriya qetlîamê di 8’ê cotmeha 2015’an de rapora îstîhbaratê ku hatiye bidestxistin serê sibeha 10’ê Cotmehê şandiye Midûriyetên Şaxên T3ekoşîna bi Terorê re û ev yek di raporên Mufetîşên Mulkiyê de derketibû holê.    Dînç bi biryara Erdogan di 7’ê tîrmeha 2021’ê de wek midûr tayînî Midûriyeta Polîsan a Konyayê hat kirin. Piştî ku Dînç tayînî Konyayê hat kirin li wî bajarî di 2 êrişên nijadperest de 8 kesan jiyana xwe ji dest da.    PIŞTPERDEYA ÊRIŞÊ DERKET HOLÊ    Piştî êrişa di 12’ê gulanê de gelek rastî piştî qetlîamê derketin holê. Piştî êrişa 12’ê gulanê malbata Çalik û Keleş bi navê “mahkeme” gruba Whatsaapê ava kirine û di grûbê de li dijî malbata Dedeogullari gotinên nijadperest hatine kirin û derket holê ku dê çawa bi dozger re hevkariyê bikin.    MEDYAYÊ JÎ XWEST NIJADPERESTIYÊ BINIXÛMÎNE    Medyaya ku berdevkiya îktidarê dike û şerê li dijî kurdan sor dike bi nûçeyên derew xwestin ser êriş û qetlîama nijadperest binixûmînin.    NIJADPERESTIYÊ QEBÛL KIRIN    Siyasetmedarên tirk her çiqas îdia kirin ku qetlîam ne bi sedemên nijadperest pêk hatiye jî lê Velî Keleş ê girtî û Alî Keleş di hevdîtinên telefonê de gotinên wan ên nijadperest wek, “Kurd bi aqil bûn? Milê wî kurdê mezin şikestî ye” ji hev re gotine.    JI WEZÎRÊ KU DIXWAZE SER NIJADPERESTIYÊ BINIXÛMÎNE ALÎKARÎ HATIYE XWESTIN     Piştî qetlîamê gelek rastî jî derketin holê. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yê ku nijadperestiyê ji nedîtî ve hat, beriya qetlîamê Serpîl Dedeogûllari ya ku hat kuştin ji Soylu re peyam dişîne û alîkariyê jê dixwaze.    XIZMÊN MALBATÊ BI BIRYAR IN    Di hundirê salek derbas bûyî de ji ber qetlîamê tenê kesek yanî kujer Altûn hat dairzandin. Tevî gelek rastî jî ku derketin holê û li gel van delîlan jî tenê kesek hat darizandin. Çetîn Dedeogûllari yê ku ji malbatê ew bi tenê maye û xizmên xwe dibêjin ew bi biryar in dê dest ji doza xwe bernedin û dê rê nedin ku ser vê qetlîama nijadperest bê girtin. Çetîn Dedogûllari û xizmên xwe hem di doza êrişê de hem jî di doza qetlîamê de li danişînan cih digirin û daxwaza xwe ya edaletê bi israr in û dubare dikin.    MA / Bêrîvan Kûtlû