Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir 2022-07-29 12:54:03   MÊRSÎN - Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’ê û EMEP’ê tev li civîna Meclisê nebûn. Endamê CHP’ê ku xwest têkildarî binçavkirinan biaxive lê Serokê Şaredariyê yê AKP’yî Mustaa Gultak axaftina wî asteng kir.    Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê dê duh ji bo serokê şaredariyê rayeya 50 milyon lîre deynkirinê, firotina neguhezên aydê şaredariyê, rayeya kirêkirinê û Parka Yilmaz Guney ji bo veguhertina wargehê dê bi awayek awarte biciviya. Beriya vê civîna awarte 5 endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’ê hatin binçavkrin. Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de endamên Meclisê yên HDP’yî Bedriye Kuş, Nuran Arslan, Mehmet Bîtkîn, Alî Tanriverdî û Nevzat Baran hatin binçavkirin. Bi binçavkirina van 5 endamê HDP’êr e piraniya muxalefetiya li Meclisê derbasê AKP’ê bû.    Duh ji ber ku piraniya Meclisê rûnenişt civîn taloqî îro hatibû kirin. Îro endamên Meclisê yên HDP’ê û EMEP’ê tev li civînê nebûn. Endamên AKP û CHP’ê tev li civînê bûn. Endamê Meclisê yê CHP’ê Muhîttîn Ertaş têkildarî binçavkirina 5 encamên Meclisê dest bi axaftinê kir. Serokê Şaredariyê yê AKP’yî Mustafa Gultak mudaxileyî axaftina Muhîttîn Ertaş kir û got ev axaftinek derveyî rojevê ye. Endamên Meclisê yên CHP’ê bertek nîşanî rewş ê dan û civînê ter kirin. Gultak ê AKP’yî qet behsa binçavkirina 5 endamên Meclisê nekir û ji berteka hat nîşandan re îdia kir ku “şova siyasî ye”. Civîna Meclisê bi beşdariya endamên AKP’ê berdewam kir.    BERTEK NÎŞANÎ AKP’Ê DAN    Endamên Meclisê yên HDP’ê û EMEP’ê ku civîn protesto kirin li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan. Pişt re endamên CHP’ê jî destek dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de Ozgur Çaglar ê HDP’yî axivî û bertek nîşanî binçavkirin hevalên xwe û tiştên ku AKP dike da û destnîşan kir ku AKP dixwaze bê endamên din ên Meclisê civînan bi rê ve bibe û biryaran bigire.    Piştî daxuyaniya HDP’ê, endamên Meclisê yên CHP’ê jî daxuyanî dan û bertek nîşanî binçavkirina endamên Meclisê dan.