Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin 2022-07-29 13:28:17   RIHA - Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Dozgerên li Edliyeya Rihayê, li gorî fermanên siyasî tevdigerin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 508’an de jî berdewam kir. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê. Di çalakiyê de dowîza “Nobeta me ya li dijî zilmê di roja 508’an de ye” vekirin û li ser derenceyên edliyeyê dest bi nobetê kirin. Welatiyên rêya wan li edliyeyê ketin hatin serdana malbatê.    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Bi destê darazê bi vekirî zilmê dikin. Bêhiqûqiyeke pêşçav û bêedaletiyeke mezin tê kirin. Ji bo mirov vê bizane hewce nake ku hiqûqnas be. Hem êrişa li kargehê û hem jî ya li nexweşxaneyê li ber kamerayan hat kirin. Lê belê ev 4 sal in biryara nepeniyê li ser dosyayê heye. Kîjan hiqûqnas dê bikare vê rewşê bi kîjan zimanî vebêje? Dozgerên di Qesra Edliyeyê ya Rihayê de li gorî fermanên siyasî tevdigerin. Ji ber ku kesên komkujî kirine parlamenterê wan û malbata wî bû, kesek nikare vê dozê veke. Her dozgerek barê dosyayê diavêje ser milê dozgerê din. An jî tayîna xwe dixwaze. Dozgerê dozê niha di betlaneya salane de ye. Heta edaletê tê jî em ê bisekinin. Em ê di vê nobeta xwe de ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî edaletê bixwazin.”    Li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî malbatê ev peyam parve kir: “Teraziya edaletê xerab bûye û hemû kes bêdeng e. Zilma darazê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê ev 508 roj in didome. Em ne edaleta biterîfe lê edaleta rast dixwazin.”