HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe 2022-07-29 13:42:28   STENBOL - HDK bi navê "Nîq aşên Havînê" dê çar hefteyên pêşiya me bernameyan li dar bixe.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di çarçoveya “Nîqaşên Havînê yên HDK’ê” de li ser pirsgirêka kurd, kapîtalîzm, ekolojî, ked û penaberan nîqaşan bike. Bername ango nîqaş dê li Navenda Giştî ya HDK’ê pêk werin û dê bernameya ewil di 31’ê tîrmehê roja yekşemê dest pê bike û dê çar hefteyan rojên yekşemê, di navbera saetên 11.00-18.00 de bê lidarxistin.