ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-30 09:00:07     * Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan ku dixwaze Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên azad de siyasetê bike diyar kir ku sedema krîza aborî ya di rojeva muxalefetê de tecrîd e û lewma divê qala tecrîdê bike.   * Mizgîn Can, piştî dest ji Îsmaîl Uneşî berdaye, Uneşî û malbat wî êrişî wê kirine û ji ber vê nikare destê xwe yê çepê bilebitîne. Can destnîşan kir ku kiryar li derve ne û got: "Ez dixwazim edalet pêk were."   * Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."   * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 509'an de didome.   * ÎHD û xizmên windayan dê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amed, Îzmîr û Êlihê bidomînin. (11.00-13.00) ZINDÎ   * Meclîsa Şaredariya Artûklûyê dê ji bo hilbijartina şaredarê nû li hev kom bibe. (11.00)   * Dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê bi merasîmekê hevserokatiya partiyê ya Şirnexê bê diyarkirin. (11.00)   * Dê li Goristana Konya Saraçoglûyê û li xaniyê ku komkujî lê çêbû ferdên malbata Dedeogûllari yên di 30'yê Tîrmeha 2021'ê de di êrişeke nijadperest de hatin qetilkirin, bên bibîranîn. (11.30-16.30)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên cezakirin ku her hefte li dar dixin, di hefteya 905'an de bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)    * Çalakiya "Rûniştina F"yê ku her hefte ji bo girtiyên nexweş tê lidarxistin, dê di hefteya 540'î de li avahiya ÎHD a Şaxa Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)    * Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê li ber ÎHD a Şaxa Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)    * Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê didomînin ji bo balê bikişînin ser binpêkirên mafan ên li girtîgehan dê li ber avahiya şaxa ÎHD'ê daxuyaniyê bidin. (15.00)