Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e 2022-08-09 09:11:30 STENBOL - Welatiyên ku diyar kirin li dijî tecrîdê tev li mitînga ‘Çareserî em in’ a li Stenbolê hate lidarxistin bûn, wiha gotin: “Li Kurdistanê yekane aktor serokatî ye. Me tu car serokatî ji bîr nekiriye.” Nêzî 17 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, nayê girtin. Parêzer û malbata Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin lê ne erênî ne jî neyînî bersiv nayê dayîn. Parêzeran herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi Ocalan re kirin û Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an ji mafe xwe yê axaftina bi telefonê sûd wergirt. Ocalan, pişt re ji ber hin îdiayên di medyaya dîjîtal de cih girtin û fikarên rayagiştî zêdebûn di 25’ê adara 2021’an de dîsa bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî lê axaftin di nivî de hate birîn. Piştî vê hevdîtina telefonê agahî ji Ocalan nayê girtin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 6 û 7’ê tebaxê li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê û tecrîda li ser Ocalan li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Çareserî em in! Ji şer û dagirkeriyê re na” miting li dar xist. Di mitîngên bi deh hezaran kes tev li bûn de daxwaziya azadiya Ocalan hate bilêvkirin. Kesên tev li mitînga li Qada Kartal a Stenbolê hate lidarxistin bûn, diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe li qadê bûn.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Yek ji welatiyan Tûran Mehmetoglû, xwest ku zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û bi Ocalan re demildest hevdîtin bê kirin. Mehmetoglû, destnîşan kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê îro li hemû civakê belav bûye û destnîşan kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê têkoşîna hevpar bê meşandin.   ‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’   Netîce Taşdemîr jî bi lêv kir ku divê Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ev mafekî mirovî ye û wiha got: “Em hemû dixwazin Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev tecrîd wê heta kengî bidome.” Taşdemîr, bal kişand ser binpêkirinên mafan û mirinên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne û wiha axivî: “Em çareseriyê dixwazin. Bila tecrîd rabe aştî pêk were.”   ‘HÊVIYA ME OCALAN’    Munevver Korkmaz a got “Abdûllah Ocalan ruhê me, rûmeta me, cîhana me û serokê me ye” bi lêv kir ku dema Ocalan azad bû wê aramî were li welat. Korkmaz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tayyîp Erdogan ji bo şer û komkujiyê tecrîdê ranake. Dixwaze leşker û gerilla bimirin, bi xwînê dijî. Naxwaza gel azad bibe. Ocalan hêviya me ye. Ji ber ku Ocalan ne komkujiyê aştiyê dixwaze. Çima tecrîd tê sepandin?”   ‘DIVÊ RAYAGIŞTÎ BÊ AVAKIRIN’   Îsmaîl Tohûmcû jî bi bîr xist  ku li gorî hiqûqê mafê hemû girtiyan heye ku bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û got: “Mafê herî xwezayî yê Ocalan e ku bi malbata xwe re biaxive. Bi vê pêkanînê hewl didin têkiliya Ocalan a bi civakê re qût bikin. Ji bo ku nehêlin Ocalan bibe rojev serî li tecrîdê didin. Hemû kesên muxalîfên desthilatê ne di bin tecrîdê de ne. Lê zêdetir li gelê kurd tê kirin. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan û gelê kurd rabe wê bandorê li hemû beşên civakê bike. Ji bo ku tecrîd rabe divê biawayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn. Çi hewce bibe divê ew bê kirin û divê girseyeke gel bê avakirin. Divê têkildarî vê xebat bên kirin û rayagiştî bê avakirin.”   ‘OCALAN GEL, SERWER BERJEWENDIYÊN XWE DIFIKIRIN’    Welatî Sûat Erturk jî ev tişt gotin: “Li Kurdistanê yekane aktor serokatî ye. Serokatî hem xwe bi gelê kurd hem jî bi gelê tirk daye qebûlkirin. Dizanin ku rola serokatî çiqas mezin û girîng e. Serokatî ji xwe ji bo xwe tiştekî naxwaze. Ji bo gelê kurd ji bo hemû cîhanê dixwaze. Lê ji bo berjewendiyên xwe serokatî tecrîd dikin. Sedemê hatina me ya vê mitîngê tecrîd e. Me tu car tecrîda li ser serokatî qebûl nekir û me tu car serokatî ji bîr nekir.”