Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne 2022-08-09 10:59:47 ENQERE - Nûnerên saziyên elewiyan bertek nîşanî serdana Erdogan a bo cemxaneyê dan û gotin: “Rûniştina li ser sifreya pergala ku me nas nake, erêkirina zilmê ye. Yê ku ji cemxaneyê re digot, ‘mala cimbişê’ ma ne Erdogan bû?”  Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li Enqereyê serdana Cemxaneya Huseyîn Gazî kiribû. Saziyên elewiyan li dijî vê serdanê bi hêrs in û qebûl nakin. Rêveberiya Cemxaneya Huseyîn Gazî beriya serdanê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku haya wan ji serdanê nîne û serdanek lêferzkirî nayê qebûlkirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Musa Kûlû û Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdalê (PSAKD) Îsmaîl Ateş derbarê serdana Erdogan de nerazîbûna xwe anîn ziman.    Kulu diyar kir ku seranserî dîrokê zîhniyeta ku elewiyan di qetlîaman de derbas kirine, îro jî berdewama wê zîhniyetê AKP-MHP ye û wiha got: “Li welatekî 25 milyon elewî dijîn. Hê jî hebûn, nasname û baweriya wan nayê qebûlkirin û nasîn. Cihê baweriya wan nayên qebûlkirin. Rêveberên vê dewletê, cemxaneyên me wek ‘malên cimbişê’ pênase dikin. Ev pênasekirin dide nîşandan ku ev zîhniyet neyarên hebûn, bawerî û çanda me ne. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ku di demên dawî de tengav bûye, dixwaze bi êrişkirina komên baweriyên cuda û civakan xwe li kêlekê li ser pêya bigire.”   ‘RÛNIŞTINA LI SER SIFREYA PERGALÊ …’   Kulu anî ziman ku êrişên li dijî saziy û cemxaneyên elewiyan hatin kirin, bi plankirî pêk hatin û wiha got: “Wê êrişkar îfadeyek çawa bide, pê dane jiberkirin. Rayedaran daxuyaniyek mirovî û ehlaqî nedan. Hewcedarî pê nedîtin. A rast divê em hemû li dijî van êrişan helwestek giştî bidin nîşan dan. Ji bilî berxwedanê wê tiştek nikaribe faşîzmê bisekinîne. Rûniştina li ser sifreya pergal û kesê me nas nake, erêkirin û qebûlkirina zilma tê kirinê ye. Tişta dikeve ser milê me jî neqebûlkirina vê yekê ye û divê em heqîqet û baweriya xwe bigihînin nifşên siberojê.”    PEYAMA TÊKOŞÎNÊ    Kulu da zanîn ku Cemxaneya Huseyîn Gazî ji alîkariyê ji dewletê û Wezareta Karên Navxweyî werdigire û got: “Tenê tiştek em bêjin heye, em dikarin heq û heqîqetê bînin ziman. Dewlet elewiyan nas nake, çand û baweriya elewiyan qebûl nake. Li Tirkyeyê 25 milyon kurd û elewiyên kurd hene û dijîn. Daxwaza me ew e ku bawerî, zimanê me di destûra bingehîn de were mîsogerkirin. Heta ku mîsogeriya destûra bingehîn nebe, wê ev polîtîkaya îmha, înkar û asîmilasyonê berdewam bike. Em jî divê heta ku mafê xwe bi dest bixin, têkoşîna xwe bidomînin û em ê dest ji vê bernedin.”    ‘ASÎMILEKIRINA ELEWIYAN BERDEWAM DIKE’    Îsmaîl Ateş jî anî ziman ku serdana Erdogan a Cemxaneya Huseyîn Gazî netesadufî ye û wiha got: “Dixwazin provokasyonan biafirînin. Dixwazin dubendiyê bixin navbera civakê. Dixwazin krîzan kûr bikin. Êriş, gotinên nefrete û hewldanên lîncê yên li dijî elewiyan wê bi dawî nebin. Dixwazin elewîtiyê bi motîfên sûnîtiyê deforme bikin. Erdoganek ku diçe li ser sifreya Muharremê rûdinê, partiya wî seranserî hikûmeta xwe bênavber elewiyan asîmile kir û ev polîtîka bênavber didome.”    ‘GELO YÊ KU DIGOT, ‘MALA CIMBIŞÊ’ NE ERDOGAN BÛ?’    Ateş destnîşan kir ku serdana Erdogan bi qebûla çar rêveberan pêk hatiye û beşek mezin a rêveberiya komele û weqfê nehatine agahdarkirin û wiha got: “Cihê îbadeta me ne cihê qebûlê ye. Ji bo serdanê meqamên me hene. Cemxane, îbadetxaneyên elewiyan pîrozgeh in. Dema em wek rêveberên Elewî-Bektaşî ji dewletê daxwaza hevdîtinê dikin, qey dê me li mizgeftan bikin mêvan? Dev ji Serokkomar berdin, em serdana walî, Serokê Karên Diyanetê jî bikin, bi awayek mafdar dê me li meqamên xwe qebûl bikin. Çima cemxaneyên me ji bo serdanên bi vî awayî dikin amûr? Gelo yê ku ji cemxaneyan re got, ‘mala cimbişê’ ma ne Serokkomarê AKP’yî bû? Gelo niha ev rewa ye, tê qebûlkirin? Tu aliyek vê serdanê ku bê qebûlkirin nîne. Yên ku daxwazên elewiyan qebûl nakin, kujerên qetlîamên li ser elewî û bajarên wan berdidin û Hotêla Madimakê nakin, muze, hûnê serdana wan qebûl nekin. Wê tu tiştek elewiyan qebûl nekin, hûn ê jî wan li cemxaneyekê bikin mêvan. Ev ji xeynî durûtiyê ne tiştekî din e.”