Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin 2022-08-09 12:23:01 AMED  - Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê de li ber girtîgehê daxwaza azadiya girtiyan kirin. Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe û wiha bang kir: “Divê çareseriyekî bibin vê pirsgirêkê. Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin.” Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 266’an de berdewam kir. Malbatan çalakiya xwe ya îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dar xist. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiyê.    ‘BI QANÛNÊN XWE NAKIN’   Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî, anî ziman ku ew 9 meh in bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê lê nayên berdan nobeta edaletê digirin û ev tişt anî ziman: “Lê heta niha tu daxwazên me pêk nehatin. Muxatabên me bersiveke erênî nedan me. Weke malbatên girtiyan em baş pê dizanin ku hûn bi qanûnên xwe nakin û diguherînin. Dema qanûn tên guherandin divê girtiyên nexweş jî bikarin ji vê sûd bigirin. Divê ev qanûn ne tenê bo hinek kesan bin. Divê ji bo girtiyên nexweş qanûn bên guherandin. Rewşa girtiyan nikare li benda qanûnan bisekine. Rewşa wan giran dibe û gelek girtî jiyana xwe ji dest didin.”    ‘ME BI DU ZIMANAN BANG KIR LÊ DÎSA JÎ FÊM NEKIRIN’   Bi domdarî Merwanî destnîşan kir ku divê partiyên siyasî piştgiriyê bidin wan û vê mijarê têxin rojeva Meclisê. Merwanî axaftina xwe wiha qedand: “Lê em gelek baş dizanin ku ev çend meh in li ser guhertina qanûnan disekinin. Ji ber vê yekê jî divê hemû girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Me derdê xwe carnan bi kurdî û carnan jî bi tirkî anî ziman. Lê bi herdu zimanan jî em nehatin fêmkirin. Qanûnên heta niha dijberî me ne. Heqê ceyranê ji girtiyan distînin. Malbat neçar dimînin ku her meh 500 TL’an bişînin. Di vê qeyrana aborî de malbat dê çawa van pereyan bişînin? Divê wezîrê edaletê di vê mijarê de bikeva nava hewldanan.”    Piştî axaftinê jî çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.