‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’ 2022-08-09 14:06:24   ENQERE - Rêxistinên ked û pîşeyî yên tenduristiyê bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku daneyên rastî yên Covid-19’ê eşkere bike.    Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) bi dirûşma “Pandemî didome wezaret temaşe dike” têkildarî weqayên Covid-192ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES), Komeleya Hekîmên Malbatan a Enqereyê (ANKAHED) û Komeleya Hekîmên Diranan a Enqereyê (ADO) tev li civînê bûn.    Sekretera Giştîya ATO’yê Mîne Coşkûn di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku weqayên Covid-19’ê bi lez û bez zêde dibin û di mehek dawî de li Tirkiyeyê weqayên Covid-19’ê pir zêde bûne. Coşkûn anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê wek berê daneyên weqayên Covid-19’ê eşkere nake û divê raya giştî ya Tirkiyeyê rastiya weqayên Covid-19’ê çi ye zanibin û hîn bibin. Coşkûn xwest ku Wezareta Tenduristiyê rojane daneyên rasteqîn bi raya biştî re parve bike.    Coşkûn di dawiya daxuyaniyê de jî daxwazên rêxistinên tenduristiyê parve kir.