ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-10 09:00:15     * Cerdevan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh kerr dibin.”    * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku serdana Kiliçdaroglû amadekariya hilbijartinê ye û got: “Heke helalbûn û hevrûbûnek bibe jî ev li Îmraliyê bi birêz Ocalan dikare bê kirin.”    * Hate diyarkirin ku siyasetmedarê kurd Mehmet Şerîf Suren ê li ser zextên PDK’ê li Bosna Herseka ku ji wir biçe Ewropayê hate girtin û MÎT dixwaze were îadekirin, bi DAIŞ’iyan re li heman qawişê dimîne û gef lê hatine xwarin.    * Şaredariya Silopiyayê di serdemek wiha ku krîza aborî her ku diçe kûr dibe, heqê rêya nav bajêr kêm kir. Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku ew ê ji bo gel her derfeta şaredariyê seferber bikin û got: “Em hêza xwe ji gel distînin. Ji ber wê jî derfeteke şaredariyê hebe em ê ji gel re seferber bikin.”   * Celal Acar di sala 1992’yan de û birayê wî Mehmet Ata Acar jî di sala 1995’an de ji hêla dewletê ve li Kerboranê hate qetilkirin. Dewletê ji bo qetilkirina her du birayan got; “Me terorîstek kuşt.” Bi ser qetilkirina wan re 30 sal derbas bûn lê hêj jî kujerên wan nehatine darizandin. Xwîşka wan Nebîha Acar ku ji bo kekên xwe têkoşîna edaletê dide, wiha dibêje: “Tekane sûcê me, kurdbûna me ye.”   * Mala Şînê ku di sala 2012’yan de li navçeya Wêranşarê hatibû avakirin, di serdema şaredariya AKP’î de ji bikaranîna bendewarên madeyê re hatiye hiştin.    * Welatiyên ku bertek nîşanî zema ji Nanê Gel ê Enqereyê re hate kirin dan, wiha gotin: “Hêza me têr nake ku em nan jî bikirin."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 520'emîn de berdewam bike.    * Qurbanyên Qetlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dê li ber Gara Trenê ku qetlîam pêk hatibû werin bibîranîn. (10.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00)    * ÎHD'a Enqereyê dê li avahiya xwe ji bo girtiyên nexweş ê rewşa wî giran Ehettîn Kaynar civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li navçeyên Cîhanbeylî û Kulu yên Konyayê serdana esnafan û karkerên çandiniyê bike û bi gel re bicive. (13.00-18.00)