Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê! 2022-08-11 11:41:40 AMED - Derket holê ku Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya Huseyîn Beyoglû de ku ji hêla YSK’ê ve hatibû tayînkirin, erdên aydê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dikire û bi bihayekî erzan difiroşe.  Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyat Ceylan û Zubeyde Zumrut bi rêjeya ji sedî 71 dengan bi ser ketin. Lê belê bi hinceta “KHK’î ye”, mazbataya Ceylan nehate dayîn. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li şûna Ceylan, Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku ji sedî 25 deng standibûn weke Serokê Şaredariya Rezanê tayîn kir. Derket holê ku endamên Meclisa Daîmî ya Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya Beyoglû de ku bi sepan û pratîkên xwe her tim di rojeva xelkê bajar de ye, gelek erd kirine û firotine alîgirên xwe.    Hat zanîn ku kesê bi navê Mûstafa ku paşnavê wî nehat zanîn, ji bo kirîna erd serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê da û ev pêvajo jî li ser vê serlêdanê derket holê. Wezaretê da zanîn ku erd raste rast nayên firotin û li ser vê yekê jî kesê bi navê Mûstafa serî li Şaredariya Rezanê da. Lê belê hewldanên Mûstafa bêencam dimînin û li ser vê yekê di meha çileyê de bi 3 endamên meclisê yên AKP’î û xebatkarekê Midûriyeta Avadanî û Bajarvaniyê re peywendiyan datîne.    LI ŞAREDARIYÊ ŞER DERKET: WE BERTÎL XWEST   Di meha gulanê de di navbera kesê bi navê Mûstafa û xebatkarê Midûriyeta Avadanî û Bajarvaniyê de nîqaş derket û bi van gotinan ev rewş derdikeve holê: “Li cem min qeyda dengê we heye. We ji min bertîl xwest. Ez ê giliyê we tevan li CÎMER’ê bikim.”    Hat hînbûn ku piştî vê nîqaşê, Şaredariya Rezanê ji bo kirîna erdan demildest ketiye nava liv û tevgerê.    JI BO PÊŞKETINA NAVÇEYÊ!   Endamên Meclisa Daîmî yên AKP’î, di 22’yê hezîrana 2022’yan de serî li Midûriyeta Maldarî û Îstîmlaqê dan û jê xwestin ku parselên li Taxa Hebeşî yên Rezanê yên bi hejmarên 35030/1, 35032/1, 35033/1, 35035/1, 35036/1, 35037/1, 35038/1, 35048/1, 35049/1, 35049/3, 35050/3, 35055/2 û  35056/1 ku ji 563 donimên erd pêk tê û di qeydên îmarê yên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de ne, bikire. Sedema kirînê jî di girteka Meclisê de weke “Ji bo pêşketina navçeyê, îstîhdamê û dahata şaredariyê” hatiye destnîşankirin. Hat zanîn ku ji bo kirîna erdên navborî, di meha tebaxê de li Şaredariya Rezanê hevdîtineke taybet a bûdçeyê hatiye kirin.    ENDAMÊN HDP’Ê DENGÊ NEYÎNÎ DAN   Di hevdîtinê de hat gotin ku dê erdên navborî bi 125 milyon TL’an bên kirin û bi 131 milyon TL’an jî bifiroşin. Endamên HDP’î dengê neyînî bi kar anî. Lê dengdayîn, bi piraniya dengan ên Beyoglû û endamên Meclisê yên AKP’î hate qebûlkirin.    MA / Mujdat Can