Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin 2022-08-11 13:04:09 ENQERE - Li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hefteyê 4 rojan lêgerîna qawîşan tê kirin. Hat zanîn ku derheqê girtiyên ku li dijî vê sepanê derketin de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.    Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Hat zanîn ku zextekî giran li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê tê kirin. Girtiyê bi navê Îbrahîm Sutçu da zanîn ku dema li ser telefonê ji bo malbata xwe qala binpêkirinên li girtîgehê dikir, telefon hatiye qutkirin. Sutçu, da zanîn ku li dijî vê sepanê îtîraz kirine lewma derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Di hevdîtinê de Sutçu ev agahî bi malbata xwe re parve kirin: “Di bin navê lêgerînê de hefteyê 4 caran bi ser qawîşên me de digirin. Gardiyanên ku li qawîşan lêgerînê dikin, ji betaniyan heta balîf û alavên me yên taybet, her tiştekî diavêjin erdê. Betanî û rûlihêfên me kom kirin û birin. Me jî li dijî vê îtîraz kir û jê re got ku dê tev li lêgerînê nebin. Ji ber vê sedemê jî derheqê me de lêpirsîna disiplînê dan destpêkirin. Hevalê me Mehmet Işiktaş dema li ser telefonê qala binpêkirinên li girtîgehê bo malbata xwe dikir, telefon li ser hat qutkirin. Binpêkirinên heyî roj bi roj zêdetir dibin û her tim gefa lêpirsînên disiplînê li me dixwin.”    ‘ÊDÎ BES E’   Dayika Sutçu, Nazîfe jî derheqê binpêkirinên li dijî kurê wê û hevalên wî de axivî û ev tişt anî ziman: “Zilm û îşkenceyê li girtiyên me dikin. Beriya niha jî tundî lê kiribûn û diranên Îbrahîm şikandibûn. Ji girtîgehan her roj darbest derdikevin. Lewma em nikarin bi dilrehetî razên. Divê pêşî li ber vê were girtin. Divê civak bêdeng nemîne û dengê xwe bike. Çima zarokên me tên îşkencekirin? Mebesta wan ew e ku cezayê zarokên me dirêjtir bikin. Êdî bes e.”