Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da 2022-08-11 15:36:14 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa artêşa tirk a li dijî çoltarê Qamişloyê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.    Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa artêşa tirk a bi SÎHA’yan a duh li dijî çoltarê Qamişloyê pêk anî de şervanên wan Dijwar Kobanê û Bawer Ridwan (Çiya Qamişlo) jiyana xwe ji dest dane.    Berpirsyariya Navenda Çapemenî û Ragihandinê yê HSD’ê Ferhad Şamî têkildarî êrişên Tirkiyeyê ku di demên dawî de zêde bûne, li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de û ji bo tolhildana sivîl û leşkerên me yên hatine qetilkirin, li dijî hêzên artêşa tirk çendek çalakiyên taybet pêk anîn. Dê wextekî pêş de Navenda Çapemenî û Têkiliyan a HSD’ê têkildarî mijarê dê di saetên pêş de dîmenan parve bike.”