TGS’ê serdana DFG’ê kir 2022-08-11 16:20:20   AMED - Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş serdana DFG’ê kir û piştevaniya xwe nîşan da û bang kir ku 16 rojnamevanên girtî bên berdan.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş li gel nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral bi armanca piştevaniyê serdana Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) kir. Sekreterê DFG’ê Cûma Daş, Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna û rêveberên DFG’ê şandeya TGS’ê Pêşwazî kirin.    Cûma Daş diyar kir ku rojnamevanî di serdemê de bi zehmetiyan re rûbirû dimîne û got: “Ne 16 rojnamevan divê rojnamevanek jî bê binçavkirin em heman bertekê nîşan bidin. Piştevanî dê me xurttir bike.”    ‘DIVÊ ROJNAMEVAN BÊN BERDAN’   Serokê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî anî ziman ku bi hatina pêvajoya hilbijartinê re zextên li ser rojnamevanan zêde dibin û girtina 16 rojnamevanan, qanûna sansûrê, qanûna dezenformasyonê amadekariya hilbijartinê ye. Dûrmûş da zanîn ku 16 hevalên wan rojnamevan ji bilî ragihandina nûçe û agahiyan tu tiştek nekirine û divê tavilê bigihîjin azadiya xwe. Dûrmûş got ji bo rojnamevan bigihîjin azadiya xwe divê têkoşîna xwe mezintir bikin û her ku rojnamevan bitirsin dê îktîdar hin bêtir bi ser van biçe û ew ji bo piştevaniya 16 rojnamevanan hatine Amedê.