Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin 2022-08-12 09:44:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryarnameya bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hat weşandin, 12 qeyûm jî di nav de cihê wezîfeya 329 qeymeqam û midûrê polîsan ê 11 bajaran hat guhertin.    Biryarnameya Tayînkirina Amirên Îdareya Mulkî bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê birnameyê re cihê wezîfeya 422 amirên îdareya mulkî hat guhertin. Di biryarnameyê de bi giştî cihê wezîfeya qeymeqamên 329 navçeyan hat guhertin. Di nav van qeymeqaman de qeyûmê navçeyên Peyas, Qoser, Cizîr, Farqînê jî di nav de cihê wezîfeya 12 qeyûman hat guhertin. Qeymeqamên nû tayînî şûna wan hatin kirin. Her wiha cihê wezîfeya midûrê polîsan ên 11 bajaran jî hat guhertin.