Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê 2022-08-12 10:02:27 ÊLIH - Dihat îdiakirin Taner Atmaca du roj piştî girtinê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê întîhar kiriye. Dozgerê li dosyaya Atmaca dinihêrt, îfadeyên ti karmendên girtîgehê negirt û derket destûrê.    Welatiyê bi navê Taner Atmaca (25) di 27’ê tîrmehê de bi sedema bûyereke edlî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Hat îdiakirin ku Atmaca di 29’ê tîrmehê de hewl da xwe bikuje. Du roj piştî bûyerê di 31’ê tîrmehê de rêveberiya girtîgehê li malbata Atmaca geriya û agahiya hewldana xwekuştinê da malbatê. Atmaca ku rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, di 8’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Parêzera malbatê Esra Bagiş da zanîn ku bûyer ji her alî ve nehatiye zelalkirin û gumanên malbatê hene ku kurê wan xwe ne kuştiye. Bagiş, got ku dozgerê girtîgehê dîmen bi wan re parve nekirine û bi vê yekê re jî sûc kiriye.    PIŞTRE AGAHÎ DAN MALBATÊ   Bi domdarî Bagiş diyar kir ku Atmaca di 27’ê tîrmehê de hate binçavkirin, girtin û wiha domand: “Ji bo ku bişînin Nexweşxaneya Ruh û Hiş a Xarpêtê, di 28’ê tîrmehê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê roj girtine. Di 29’ê tîrmehê de rakirin beşa venihêrîna awarte ya nexweşxaneyê û dest bi tedawiyê kirin. Lê hat îdiakirin ku di 31’ê tîrmehê de dilê wî sekinî ye. Li ser vê yekê dozgerê girtîgehê li malbatê geriya û got; ‘kurê we li girtîgehê întîhar kir û rewşa wî giran e.’ Li venihêrîna awarte Atmaca nîşanî malbatê nedan. Di 1’ê tebaxê serê sibehê de em bi hev re çûn cem dozger û ji bo dîtina Atmaca me destûr xwest. Wî jî got; ‘heke bijîşk destûrê bide ji hêla min ve pirgirêk nîne.’ Îcar em çûn cem bijîşk û wî jî got bav û kekê wî dikarin bibînin. Li ser vê yekê dozger jî destûr da û malbatê tenê carekê kurê xwe dît. Malbatê got ku destên wî kelemçekirî bûn û wisa dihat tedawîkirin.”    DOZGER ÎFADEYÊ KARMENDAN NEGIRT   Di berdewamê de Bagiş qala hevdîtinên xwe yên bi dozger re kir û ev agahî dan: “Me jê dîmen xwestin. Gotin; ‘sersariya girtîgehê tune ye, di qeydên dîmenan de xuya dike ku bi rûlihêfê diçe destşoyê, dema hevalekî wî yê qawîşê diçe destşoyê dibîne ku întîhar kiriye, li ser vê yekê agahî daye komên tenduristiyê.’ Dozgeriyê hêj niha jî dosya nedaye me û malbatê. Dozgerî sedema vê jî weke ‘lêpirsîn didome û hêzên ewlekariyê fezleke neşandiye’ nîşan dide.  Dozgeriyê îfadeyên kesên bi Atmaca re di heman qawîşê de dimînin û karmendên girtîgehê negirtiye. Tê gotin ji bo îfadeyê ferman da ye lê hêzên ewlekariyê hêj îfade negirtine lewma jî dosya nîne.”    ÎDIAYA ‘XWE HILAYÎST’   Parêzer Bagiş destnîşan kir ku li gel malbatê çûne Serdozgeriya Komarê ya Êlihê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me giliyê rayedaran kir. Malbatê got ku ji hemû kesên eleqeya wan bi bûyerê re heye û yên ku îxtîmala ku têkiliya wan pê re hebe gilîker in. Malbatê da zanîn ku dereng hatine agahdarkirin û balê dikişînin ser dema bi ser re derbas bûy. Dibêjin ku ev dem jî gumanên wan zêde dikin ku kurê wan xwe nekuştiye. Dixwazin ku di zûtirin demê de dîmenan bidin wan. Daxwaza wan a din jî ew e ku bizanin bê ka kê dîtiye kurê wan xwe xeniqandiye. Lê heta niha jî dozgeriyê bersiva van pirsan nedaye. Di bûyereke wiha girîng de jî dozgerî lêpirsînê pir giran dimeşîne, derheqê kesên xemsariya wan tê de heye tiştek nehatiye kirin. Li gel ku di dosyayê de tu pêşketin tune ne jî dozger derket betlaneyê.”