Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin 2022-08-12 13:06:49   ENQERE - Girtiyê nexweş Ekîm Polat ji Girtîgeha Denîzliyê name bo Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû şand û got: “Ji ber ku ez kurd im, gardiyan gefan li min dixwin.”    Ekîm Polat girtiyek nexweş e û rewşa wî giran e. Li Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe. 6 sal in li ser gilîyên “şahidê veşarî” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî ye. Tevî ku gelek nexweşînên giran li Polat peyda bûne jî nayê berdan.    Polat derbarê rewşa xwe de name bo Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû şand û di nameyê de behsa binpêkirinan mafan û rewşa xwe tenduristiyê dike. Li ser vê yekê Gergerlîoglû serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê da.    Polat di nameya xwe bal kişandiye ser rewşa xwe û tenduristiya xwe her ku diçe xerab dibe û got: “Tedawiya min tê astengkirin. Ji ber ku ez kurd im, gardiyan gefan li min dixwin.”