Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê 2022-08-12 13:38:30 ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz bertek nîşan dan û gotin ku zîhniyeta talangeriyê ya qeyûm berdewam e.    Qeyûmê Şaredariya Êlihê gelek erdên aydê şaredariyê bi awayekî bêusûl dan ber firotinê. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mijarê li hotêleke bajar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokên HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar û Huseyîn Sarik jî amade bûn.    Hevşaredar Songul Korkmaz ku ji peywirê hatiye girtin diyar kir ku zîhniyeta talanê hêj berdewam e û ev tişt anî ziman: “Qeyûm, 11 parselên aydê şaredariyê da ber firotinê. Du caran qeyûm li Şaredariya Êlihê hat tayînkirin. Qeyûmên tayînkirî nekêşbar û neguhêzbarên gel pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Em jî dê vê talanê teşhîr bikin û têkoşîna hiqûqê bidin. Em ê tevî gelê xwe rê li ber vê talanê bigirin.”    QADÊN RANTÊ AVA DIKIN   Hevşaredar Mehmet Demîr jî bertek nîşanî qeyûm da ku 11 parselên aydê şaredariyê daye ber firotinê û wiha domand: “Ji van deveran hinek jê weke qadên xizmetê yên şaredariyê hatine diyarkirin û hinek jî ji bo bibin qadên xizmetê dihat plankirin. Zîhniyeta rantê ewqas pêşketiye ku dikarin avahiya şaredariyê jî bifiroşin. Firotina qadên xizmetê û yên civakî, mezintirîn xiyaneta li vî bajarî ye. Peywira esasî ya şaredariyê ew e ku xizmeta gel bike. Divê çavkanî ne ji bo dewlemendkirina hinek kesan lê ji bo gel bên xerckirin. Lêçûnên hemû saziyên li Êlihê ji bûdçeya şaredariyê tên pêşwazîkirin û gelemperiya îhaleyan jî ji bo qadên rantê tên dayîn û şaredarî tê deyndarkirin. Vê jî besî wan nekir ku niha jî cihên aydê şaredariyê didin ber firotinê.”   PIRSGIRÊKA AVÊ YA BAJAR   Demîr, bal kişand ser îdiaya ku dê ji bendavên Êlih û Garzanê avê bînin û wiha pê de çû: “Em baş pê dizanin ku gelek çavkaniyên avê li Êlihê hene ku mirov dikare pir bi erzanî derxîne û ev çavkanî qet xelas nabin. Weke ku tê zanîn, ji bo ku hewcedariya bi enerjiyê ji holê rabe me û erzantir bibe, me dest bi xebatên avakirina GES’ê kiribû. Li şûna vê, diçin qala anîna avê ya ji Garzan û Malabadiyê dikin. Ev yek an ji ber nezanînê yan jî ji ber rantê tê kirin. Beriya tayînkirina qeyûm, li Tirkiyeyê ava herî erzan me dida. Bi projeya me dê tona wê ji 1 lîreyê kêmtir bûbûya lê heke ji deverên navborî bînin, dê tona wê ji 15 lîreyan kêmtir nebe. Xuyaye ku ne ne ji bo xizmeta gel lê ji bo cezakirinê ev proje pêşxistine. Dê xelk wan burokratên tiliya wan di van projeyan de heye ji bîr neke. Zû yan jî dereng dê hesabê bidin gel.”    ‘TENÊ BI DIZÎNÊ SÎNOR NEMAN’   Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku qeyûm di bin mîsogeriya desthilatdariyê de nelirêtiyan dikin û ev tişt anî ziman: “Bi tayînkirina qeyûman re mafê bijartin û hilbijartinê yê kurdan jê standin. Bi qeyûman re îradeya gel xesp kirin. Du caran qeyûm tayînî Êlihê kirin. Gelê Êlihê li dijî qeyûmê ewil, bi rêjeyeke herî bilind a dengan bersiv da. Qeyûman ji ewil dengên gel û piştre jî mal û neguhêzbarên şaredariyê dizîn û pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Tenê bi dizînê re jî sînor neman, êrişên mezin li dijî çand û zimanê kurdî kirin. Polîtîkayên pişaftinê bi destê qeyûman ji her alî ve meşandin. Êrişên li dijî jinan çêbûn û li saziyên jinan mêr zilam hatin tayînkirin.”